Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin 2024-10-05 19:54:18   ÎZMÎR - Di vekirina Komeleya Ziman û Çandê ya Avestayê de îşaret bi girîngiya pêşxistina zimanê kurdî û çanda kurdî hat kirin.   Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Bûrcûgul Çubuk, rêxistinên bajêr û navçeyan ên DEM Partiyê, Nûnertiya geyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, Şaxa Komeleyên Elewî yên Demokratîk (DAD) a Îzmîrê, Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê û gelek welatî beşdarî vekirina komeleyê bûn.    Hevserokê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya Îzmîrê Ramazan Kaygisiz di vekirinê de axivî û diyar kir ku ziman di dîroka gelan de xwedî cihekî gelekî girîng e. Kaygisiz got: "Em kurd in, zimanê me kurdî ye. Eger em ji xwe re bêjin kurd, nexwe zimanê me jî kurdî ye. Em di pêvajoyeke gelekî girîng re derbas dibin, gelê me nikare bi zimanê xwe biaxive. Ciwanên me, zarokên me nikarin bi zimanê xwe biaxivin û bi zimanê xwe mezin bibin. Em dixwazin zarokên me hînî zimanê xwe yê dayikê bibin."   ‘WÊ BERXWEDÊR BIMÎNIN'   Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubukê jî bal kişand ser zextên li ser zimanê kurdî. Çubukê ku peyama berxwedana bi hev re ya li dijî asîmîlasyonê da got: "Vebûna Avestayê xwedî girîngiyeke mezin e. Bifikirin govendgerandin sûc hat hesibandin û mirov hatin girtin. Kesên bi kurdî muzîkê dikin hatin kuştin û girtin. Welatê ku îcrakirina hunerê ya bi zimanekî wekî sûc bê hesibandin, ew welat kolonyalîst e. Helbet dê kolonyalîst biçin ser sergoyê dîrokê. Yên ku jiyana nû birêxistin bikin û li ber xwe bidin dê bimînin."   Hevseroka Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avesta ya Îzmîrê Kurdiye Sagniç Irgatê jî anî ziman ku ziman mîrateya gelan e û her gel bi zimanê xwe tê naskirin. Irgatê destnîşan kir ku divê dê û bav bibin mamoste û got: "Eger ne wisa be, tenê dersên ku di qursan de tên girtin, wê têrê nake. Lewma divê her kurdek berpirsyariya vê yekê bigire ser milê xwe. Zimanê me di destê me de ye. Ji ber vê yekê divê dê û bav li ser vê yekê bisekinin û baldar bin."   ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVE'   Dayika Aştiyê Medîne Kaymazê jî got: "Em ne li dijî tirkî ne, lê em kurd in. Em dixwazin bi zarok û malbata xwe re bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Li ser kurdî zext û zordariya mezin tê kirin. Zarokên me ji bo vê zimanî li ber xwe dan û hatin girtin. Divê her kes xwedî li kurdbûna xwe derkeve."    Piştî axaftinan komele bi dirûşmeyên "Bê ziman jiyan nabe" û "Zimanê me rumeta me ye" hat vekirin.