Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an 2024-10-06 08:14:31 NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Beyrûtê de hezar û 181’an jiyana xwe ji dest da, milyonek û 200 hezar kes jî ji cihê xwe bûn.  Hat ragihandin ku piştî fermana nû ya Îsraîlê ya valakirina şevê ya ji bo başûrê paytexta Lubnanê Beyrûtê, di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de gelek teqînên dijwar pêk hatin. Êriş piştî banga valakirinê ya artêşa Îsraîlê ya ji bo avahiyên başûrê Beyrûtê hate kirin.    Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Lubnanê de ji 23’yê îlonê ve herî kêm hezar û 181 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 hezar û 318 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên fermî yên Lubnanê zêdetirî milyonek û 200 hezar kes jî ji cihê xwe bûn.