ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-06 09:00:01   * Girtiyê 30 salî Fesîh Demîrcî diyar kir ku di pêvajoya komployê de li girtîgehan ji bo Abdullah Ocalan çemberek ji agir hat çêkirin û got: “Niha dixwazin wî bidin jibîrkirin. Divê xebat û berxwedanek wisa were kirin ku vê yeke pûç bike.”   * Farûk Ataman ku di 16 saliya xwe de ji ber sedemên aborî neçar ma koçî Îzmîrê bike, piştî salan vegeriya welatê xwe û li zozanên ku zarokatiya xwe lê derbas kiribû, bi çandiniya organîk re mijûl dibe.    * Endamê KNK'ê Zagros Ensderyarî diyar kir ku helwesta kurdan a di şerê muhtemel ê herêmî de wê ji bo pêşeroja Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê diyarker be û got: "Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên girîng ên stratejîk kontrol dikin. Eger bandora Îranê li herêmê kêm bibe, kurd dikarin bandora xwe berbelavtir bikin."   * Mehmet Tekîn ê ku xwişka wî ya nexweş û zavayê wî jî di nav de 5 xizmên wî hatin girtin, got: "Ya hatiye kirin zilm e."    * Girtî ABdûrrahman Gemîcîoglû ku çendî nexweşîna pençeşêrê pê re heye jî nayê berdan. Keça wî Elîf Gemîcîoglû anî ziman ku xetereya kumirinê ya bavê wî heye, lê li revîrê tê girtin û banga berdana wî kir.    * Siyasetmedarên jin banga tevlîbûna mîtînga "Azadiyê" ku wê li Amedê bê lidarxistin kirin û gotin: "Li dijî tecrîd û komployê em biherikin Amedê."   *  Komîsyona Polîtîkayên Perwedehiyê ya DEM Partiyê dê konferansa "Polîtîkayên Perwerdehiyê" li dar bixe. (10.00)    * Meclisa Tenduristiyê ya HDK'ê têkildarî pêkanînên li Îmraliyê û hemû girtîgehan dê "Komxebeta Tenduristiya Girtîgehan a Navneteweyî" li dar bixe. (11.00)    * Ekolojîst dê li gundê Narlica yê ser bi Pasûrê ve li dijî talana madenê daxuyanî bidin. (13.00)    * Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di çarçoveya hevdîtinên "Nan û Dadê" de dê li eywanek dawetê ya navçeya Osmangaziya Bûrsayê civîna gel bê lidarxistin. (13.00)    * Li navçeyên Amedê dê xebatên mitînga "Azadiyê" ya di 13'ê cotmehê de bê lidarxistin, berdewam bikin. (14.00-19.30)