Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye 2024-10-06 09:51:21 ŞIRNEX - Hevserokê KNK Ahmet Karamûs bi lêv kir ku hegemon ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn dîzayn bikin li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komplo pêk anîn û piştî komplo negehişt armancê vê carê polîtikaya tecrîdê xistin meriyetê û got: "Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye."   Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (ABD) û Îngilistanê j bo li gor berjewendiyên xwe Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bike li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan plana tasfiyekirinê xist meriyetê. Plana ku bi Gladîoa NATO ya bi pêşengiya DYA û Îngilİstanê bi tevlêbûna gelek dewletan dest pê kir, pêşî bi suîqesta bombayê ya li dijî Abdullah Ocalan dest pê kir. Piştî ku plana îmhayê hat pûçkirin, dewletên di NATOyê de bi hevkarên xwe yên li herêmê re, zextên giran li serokê wê demê yê Sûriyeyê Hafiz Esad kirin. Van zextan encam girt û Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket. Abdullah Ocalan derbarê derketina xwe ya ji Suriyeyê de ev tişt gotibûn: "Ez mirovekî xwedî prensîb im, xeta min a gel heye, ez şervanê azadiya gelan dikim ez nabim şervanê yên din."   Piştî ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin, serlêdana wî ya penaberiyê ji aliyê dewletên Ewropayê ve hat redkirin. Abdullah Ocalan ê ew pêvajoya li Ewropayê di Parastina Atînayê de wiha nirxand: “Li Moskovayê mixê yekem hat lêdan; Min sermaya marê xiyanetê jiya. Mixê duyemîn li Romayê hat lêdan; Li hember lîstikên nazik ên kapîtalîzmê min dev ji rûmetê berneda. Mixê sêyem li Atînayê hat lêdan; li hemberî hevaltiyê îxaneta ku mi dît ez lal bûm u felç mam. Mixê çaremîn li Naîrobiyê hat xistin; Ez teslîmî Tirkiyeyê hatim kirin û li wir bi cezayê darvekirinê li min dihat xwestin. Di encama 'komployê  de ez xistim Girtîgeha Girava Îmraliyê ya yek kesî û li wir benda mirinê hiştim."    Di salvegera 27'an a komploya navneteweyî de dewletên serdest negihiştin armanca xwe lê Abdullah Ocalan bi parêznameyên xwe yên li Girava Îmraliyê ku nivisîn ji gelan re bû hevî. Abdullah Ocalan bi parêznameya xwe ya bi navê "Çareseriya Şaristaniya Demokrtîk"li diji pergala netew dewlet a kapîtalizme Sîstema Neteweya Demokratîk pêş xist û ew paradigma li Rojavayê Kurdistanê ket meriyetê. Dewletên serdest ku bi komployê ve negiheştin armancê vê carê li dijî Abdullah Ocalan politikaya tecride xistin meriyetê. Abdullah Ocalan ku piştî radestî Tirkiyeyê hat kirin li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê 26 sal in di bin şert û mercên giran a tecride de tê ragirtin 43 meh in tu agahî jê nayê girtin.    Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs, komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan û armancên wê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand û diyar kir ku bi tevahî pûçkirina komployê û misogerkirina azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan dema paradigmaya wî pêş xistiyê di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bibe wê pêk were.    'PIRSGIRÊK KÛR BÛN'   Karamûs diyar kir ku di komploya dewletên serdest a li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn kûr bûne û wiha got: "Komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketiye sala 26'an. Di şexsê birêz Abdullah Öcalan de tevgera siyasî ya Kurd bi komployê hate xwestin ku pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, bi taybetî jî pirsgirêka Kurdistanê bê çareserî bihêlin. Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dizayn bikin. Ji bo Rojhilata Navîn li gor berjewendiyên xwe dizayn bikin Tevgera Azadî ya Kurd ji xwe re weke asteng dîtin.Ji ber wê jî li dijî serokê tevgerê ew komplo pêk anîn. Di serdema Yekîtiya Sovyetê de cîhan di navbera bloka Sosyalîst a bi pêşengiya Sovyet û bloka NATO ya bi pêşengiya Amerîka de bû du parçe. Lê piştî hilweşîna Sovyetê ji NATO'yê ya bi pêşengiya Amerîka ve alternatîfek nema. Lê belê krîza heyî ya siyasî û alternatîfên nû yên ji bo pirsgirêkan derketin holê, yek ji wan Tevgera Azadiyê ya Kurd bû, ku bi feraset û sîstemeke nû derket holê. Tevgera Azadiyê ya Kurd her ku diçûmezin dibû. Ji ber wê jî dewletên serdest ji xwe re xeterê dîtin. Ji bo vê xeterê ji holê rakin. Ji bo vê jî xwestin Rêberê Tevgerê Birêz Abdullah Ocalan tasfiye bikin. Weke ku li Fîlîstînê tevgerên Sosyalîst û demokrat tasfiyê kirin û li şûna wan hezên paşverû û li gor berjewendiyên wan li herêmê bi cih kirin heman tişt ji bo kurdan jî plan kirin."   'KOMPLO NEGIHÎŞT ARMANCÊ'   Karamûs destnîşan kir ku di nava 26 salan de komplo negihiştiye armanca xwe û dewletên serdest ên ku bi komployê nekarîn bigihêjin armanca xwe, bi polîtîkaya tecrîdê komployê berdewam dikin. Karamûs anî ziman ku polîtîkaya tecrîdê pirsgirêkên li Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê zêdetir aloz kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şerên aborî û parvekirinê ên modernîteya kapîtalîst îro li gelek deverên cîhanê belav bûne. Îro sîstemeke alternatîf ketiye jiyanê. Li dijî pergala şerker a modernîteya kapîtalîst pergala Modernîteya Demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan pêş xistiyê weke alternatîf ketiyê meriyetê. Ji ber vê yekê dewletên serdest birêz Abdullah Ocalan û paradîgmaya wî ji bo xwe weke tehdîd dibînin. Ji ber wê jî polîtikaya tecrîde pêş xistin. Komplo û tecrîda girankirî ya li ser birêz Abdllah Ocalan bi hev re giredayî ye. Dixwazin birêz Abdullah Ocalan, paradîgmaya ku wî pêş xistiye û Tevgera Azadiyê ya Kurd ji holê rakin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan û êrişên li ser Tevgera Azadiya Kurd li tu derê cîhanê mînaka wan nîne. Lê sazî û dadgehên ku ji mafên mirovan berpirsyar in, li hemberî polîtîkayên tecrîdê yên li dijî mafên mirovan bêdeng dimînin jî parçeyek ji vê yekê ye."   'TECRÎT PIRSGIRÊKA TEVAHÎ KURDISTANÊ YE'   Karamûs diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda mutleq a li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya fîzîkî divê paradîgmaya Neteweya Demokratîk li gelan belav bibe û planên dewletên serdest bên pûçkirin. Karamûs wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tecrîd pirsgirêka tevahî Kurdistanê ye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan, divê konsepta ku 30 sal in dewletên serdest li Rojhilata Navîn sepandine, bi dawî bibe. Pirsgirêkên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn bên çareserkirin û paradîgmaya me di nava gelên Rojhilata Navîn de zêdetir bibe û eger ev yek pêk were wê azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan pêk were. Paradîgmaya ku birêz Abdullah Öcalan pêş xistiyê hem ji bo şerê li Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû devrên cihanê çaresriyê. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan baş bê xwendin. Tecrîd parçeyek ji konsepta ku dewletên serdest dixwazin li Rojhilata Navîn bidin meşandin e. Dewleta Tirk bi serê xwe tecrîdê ferz nake, ev tecrîd feraseta dewletên serdest e. Heke gelê Kurd li Rojhilata Navîn yekîtiya xwe pêk bîne û bi hişmendiya netewî bi stratejiyek hevpar tevbigere, dikare ji pirsgirêka Kurd û gelek pirsgirêkên ku gelê Kurd jiyaye re çareseriyan bibîne. Heke gelê kurd bi vî awayî ji hev belav bibe û dijminatiya hev bike dê pirsgirêk hîn aloztir bibe û rewşa me xerabtir bibe. Ji bo vê jî tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ne tenê pirsgirêka PKK’ê ye, pirsgirêka çar parçeyên Kurdistanê ye û azadiya Kurdistanê û azadiya birêz Abdullah Ocalan bi hev ve girêdayî ne. Divê em hemû li gorî vê yekê tevbigerin."     MA / Mahmut Altintaş