Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin 2024-10-06 11:30:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî çeteleya tundiya meha îlonê ya JINNEWS’ê; 30 jin û zarokek hatine qetilkirin. 15 jin û 4 zarok jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan e.    Li gorî çeteleya tundiya meha îlonê ya JINNEWS’ê ku her meh berhev dike, di meha îlonê de 30 jin û zarokek hatine qetilkirin. 15 jin û 4 zarok jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan e.    Faîlên jinên hatine qetilkirin jî nas û xizmên wan in. 7 jinên hatine qetilkirin zewicî bûn e, 4 jin jî ji hevjînên xwe veqetiyan e, 5 jin jî di pêvajoya devjihevberdanê de bûn e, 2 jin ji aliye bavê xwe ve hatin kuştin, jinek ji aliye cîranê xwe ve, 3 jin jî ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatine kuştin, 4 jin ji aliyê zilamên bi hev re bûn e, jinek ku dev ji hevjînê xwe berdaye ve, jinek ji aliye zarokê xwe ve, jinek aliye eqrabayê xwe ve hatin qetilkirin. Faîlê jinekê jî nayê zanîn ku ka xizmên wê bûye an na.