‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin' 2024-10-06 17:33:52 NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaiyên bi boneya salvegera çalakiyên Kobanê de wiha hat gotin: "DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin."  Li hin bajaran bi wesîleya salvegera 6-8'ê Cotmeha 2014'an a çalakiyên xwedî derketina berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê daxuyanî hatin dayîn.    EDENE   Rêxistina DEM Partiya Edeneyê li Parka Înonunu daxuyanî da û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiya Edeneyê Seyfettîn Aydemîr bi bîr xist ku di çalakiyên 6-8'ê Cotmehê de 47 jê endamên HDP'ê bi giştî 54 kesan jiyana xwe ji dest dan lê bi hinceta daxuyaniya HDP'ê gelek endam û rêveberên DEM Partiyê girtin û cezakirin. Aydemîr anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê bi hinceta çalakiyên Kobanê dixwaze heyfa têkçûna xwe ya hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an ji HDP'ê bistîne.    AGIRΠ   Rêxistina DEM Partiya Agiriyê, DBP'a Agiriyê û TJA'yê jî bi wesîleya salvegera çalakiyên Kobanê li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP-MHP'ê bi armanca ku têkoşîn û daxwazên rewa û demokratîk ên gelê kurd têk bibe Doza Kobanê da vekirin û bi vê dozê xwest tolê ji berxwedana Kobanê bigire.    AMED    DBP û DEM Partiyê li Amedê jî daxuyanî dan. Parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên herdu partiyan û gelek kes beşdar bûn. Daxuyanî li ber avahiya DBP'ê hat dayîn û pankarta "DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin" hat vekirin.    Hevseroka DBP'a Amedê Sultan Yaray axivî û destnîşan kir ku gelê kurd û dostên xwe li dijî DAIŞ'ê berxwedanek bêhempa nîşan dan û ew ê têkoşîna xwe ya li ser vê axê bidomînin û xwedî li hev derkevin. Yaray banga beşdariya mitînga Azadiyê ya di 13'ê mehê de jî li gel kir.    Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn jî daxuyanî da û bal kişand ser barbariya DAIŞ'ê û got ku bi berxwedanê DAIŞ têk çû.    Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.