Rûniştina girtî ya Meclisê dest pê kir 2024-10-08 16:35:06   ENQERE - Piştî gotina Erdogan a “Hedefa piştre ya Îsraîlê dê Tirkiye be”, pêşniyar hatibû kirin ku Meclis bicive. Pêşniyar hate qebûlkirin û rûniştina girtî ya li Meclisê dest pê kir.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan piştî êrişa Îsraîlê ya li dijî Lubnanê gotibû; “Hedefa din a Îsraîlê dê Tirkiye be.” Li ser van gotinan pêşniyar hatibû kirin ku Meclis bicive. Pêşniyar hate qebûlkirin û rûniştina girtî ya li Meclisê dest pê kir.    Bi destpêkirina rûniştinê re Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler dê li meclisê biaxivin.    Mijarên di rûniştina girtî de tên nîqaşkirin dê 10 salan veşarî bimînin.