ROJEVA 9’Ê COTMEHA 2024’AN 2024-10-09 09:00:12   * Mehmet Ocalan diyar kir ku derhiqûqtiya li Îmraliyê bi erêkirina hêzên di komploya li dijî Abdullah Ocalan de cih girtin didome û wiha got: “Em nizanin ka Serok li ku ye. Divê her kes di 13’ê cotmehê de li Amedê vê pirsê bike.”    * Tehliyeya girtiyê bi navê Serdar Şitilay ê ku gotibû "Eger ez azad bibim ez ê ji bo azadiya gelê xwe siyasetê bikim" careke din hat taloqkirin.   * Derhêner Kazim Oz diyar kir ku çaresernekirina pirsgirêka kurd bandorê li sînemaya kurdî jî dike û got: "Sînemaya kurdî li ser platformên navneteweyî rastî sansura derveyî sînor tê."   * Ji bo girtiyê nexweş Abdurrahman Gemicioglû yê 67 salî ku piştî cezayê lê hat birîn hat erêkirin, bi hinceta "xetereya jiyanê" hat girtin, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn.   * Hevserokê PYD'ê Xerîb Hiso, dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî ya beriya 5 salan wekî berdewamiya komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan nirxand û got: "Bidawîkirina dagirkeriyê tê wateya bidawîkirina komploya navneteweyî."   * Antropolog-civaknas Felîx Padel diyar kir ku sedema komploya navneteweyî fikirên Abdullah Ocalan û pergala ku wî afirandiye ye û got: "Ocalan ew sembol e ku ji bo pevçûnên xitimandî rê dibîne."    * Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko, diyar kir ku armanca peymana Şengalê tasfiyekirina fikrê netewa demokratîk bû û got: “Yek ji sedemê bingehîn ê îlankirina peymanê ya di 9'ê cotmehê de jî ev bû. Hêza me û qeweta me heye ku em bi vê fikrê tebikoşin.”   * Komploya navneteweyî ya 9’ê cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li gelek bajaran bê protestokirin. (11.00-20.00)   * Ji bo mitînga 13’ê cotmehê ya Amedê dê li gelek bajaran xebat bên kirin. (11.00-20.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê Nîlgun Çevîk, Başak Sîdar Çevîk û Yilmaz Elmascan ên di Komkujiya 10’ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabûn, li ser gorên wan bi bîr bîne. (13.00)     * Şaxa ÎHD’a Amedê dê têkildarî tecrubeyên têkoşîna jinan panelê li dar bixe. (14.00)    * Danişîna biryarê ya doza Şervan Gulel ê ku di 2021’ê de li Rihayê Hasret Tutal qetil kiribû dê li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê lidarxistin. (14.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê dê li dijî cînayetên jinan meşê li dar bixe. (17.30)