Ji sedan rezvanan tenê sê jê man 2024-10-09 09:58:24 MÊRDÎN - Herêma Zinnarê demekê bi rezvaniyê dihat naskirin û li vê herêmê niha etnê 3 malbat vî karî dikin. Şêniyên gund ji bo debara xwe û domandina vê çandê piştevaniyê dixwazin.  Bi hatina demsala payîzê re çinîna rezan a li Herêma Zinnarê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê jî dest pê kir. Di çinînê de herî zêde bastêq, dims û sicûqên bi kakil û behîvan tên çêkirin. Di heman demê de hejîr tên hişkkirin, sicûqên hejîran, dims û gelek tiştên jî tên çêkirin. Tiriyê tê komkirin ji ewil ji makîneya perçiqandinê tên derbaskirin, piştre di mencelan de tên kelandin. Şêniyên gund hewl didin berhemên xwe yên cuda li gorî derfetên xwe bifiroşin. Gundî debara xwe bi van berheman dikin lê di demên dawî de zehmetiyê dikişînin. Lewma jî roj bi roj hejmara mencelên li baxçeyên malan dikelin kêm dibin. Sedema vê jî ew e ku bazirgan ji hilberîneran bêhtir qezenc dikin û hilberîna endustriyel e.    Yek ji welatiyên ku li dijî hilberîna endustriyel bi derfetên xwe hilberîna xwe dike jî Îzettîn Başçi ye. Başçi, anî zman ku ew hemû pêvajoyên hilberandinê bi rêyên xwezayî dikin û wiha got: “Em ji gîhayan dermanan çêdikin. Em hejîr, bastêq, sicûqên bi kakil û behîvan çêdikin. Anku li herêma xwe em her tiştekî ji xwezayê digirin. Dostên me hene. Em ji wan re dişînin. Em bi tu awayî tiştên kîmyewî bi kar nayînin. Ji ewil me bastêq çêkir û piştre jî me dest bi hejîrê kir. Em van hejîran di meha hezîranê de hişk dikin û piştre jî li ser benî rêz dikin. Ji wan jî em siqûqa hejîrê çêdikin. Dema em dikelînin jî pelên defneyê bi kar tînin.”    ÊDÎ TENÊ 3 MALBAT VÎ KARÎ DIKIN   Başçi da zanîn ku kevneşopiya çinîna rezan a li herêmê pir kêm bûye û wiha pê de çû: “Hejmara kesên vî karî dikin roj bi roj kêmtir dibe. Ev kar ji bav û kalên me ji me re ma. Mixabin hejmara kesên vî karî dikin roj bi roj kêmtir dibe. Ji ber vê meseleyê em hinek aciz in. Carnan zarok gazinan ji me dikin lê ev karê me ye. Hilberandina me kêm bûye. Êdî demek piştre hêza mirov jî namîne. Êdî kesekê vî karî bike namîne. Em jî li gorî hêza xwe hewl didin hinek tiştan bikn. Li Herêma Zinnarê bi sedan mal hene lê îro tenê 3 mal vî karî dikin. Ka em lê binêrin em ê heta kengî bidomînin. Em naxwazin ev kar tune bibe. Em nîşanî zarokên xwe didin. Hewl didin hînî wan bikin.”     'DIVÊ DERFETÊ BIDIN KESÊN VÎ KARÎ DIKIN’    Başçi, got ku ji bo bikarin vî karî bidomînin hewceye alîkarî ji wan re bê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Saziyên dewletê li şûna ku alîkariyê bidin kesên vî karî dikin, didin kesên tu eleqeya wan pê tune ye. Em dixwazin ji kesên vî karî dikin re derfetan biafirînn. Di vê mijarê de kêmasî hene. Heke ev kêmasî bên sererastkirin dê baş bibe.”    MA / Ahmet Kanbal