Prz. Şahîn: Dive ji bo ‘mafê hêviyê’ saniyekê jî neyê sekinandin 2024-10-09 10:56:31   AMED - Parêzer Mûharrem Şahîn diyar kir ku dema salekê ya ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn demekî dirêj e û got: “Divê saniyekê jî neyê sekinandin. Ev mafekî ku divê were bi cih anîne.”   Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de têkildarî cezayê muebbeta giran ê bêyî mafê berdana bişert ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, biryara “binpêkirina mafê hêviyê” dabû. Tirkiyeyê li dijî biryara binpêkirinê ya DMME’yê 10 sal in tu gav neavêtine.    Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî di navbera 17-19’ê îlonê de civiya û piştî 3 salan, biryara binpêkirinê ya DMME’yê kir mijara civîna xwe. Komîteyê hişyar kir ku berovajiyê vê biryarê were tevgerandin dê di civîna îlona 2025’an de biryareke navberê bê amadekirin.    Yek ji parêzerên ku gelek caran çû Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir Mûharrem Şahîn biryara Komîteya Wezîran nirxand.    ŞERTÊN GIRAN ÊN LI ÎMRALIYÊ   Şahîn, bal kişand ku şertên Girtîgeha Îmraliyê ji aliyê tenduristî, psîkolojîk û sosyolojik xwediyê gelek bandorên neyînî ye û qala zehmetiyên ku di çûyîna giravê de derdiketin kir. Şahîn, diyar kir ku lêgerîna nava dev jî di nav de parêzer ji serî heta binî dihatin lêgerîn û got: “Ev niha tecrîda li wir nîşan dide. Ji aliyê din serê cihê hewadariyê yê birêz Ocalan bi temamî bi têldirkan hatiye girtin. An ku dema pêdiviya wî çêbû asîman û tavê nabîne. Ji ber ku li hucreya lê ye cihê hewadariyê nîne nikare bêhnê bistîne. Ji bo ku bêhnê bistîne di derî de berkazeke biçûk vekirin, tê pişt wî derî û bêhnê distîne. 24 saetan li wir ronahî vêketiye. Dema ronahî vekirîbe têkildarî razanê pirsgirêk derdikevin. Tevî van hemûyan birêz Ocalan tiştên li dijî wî tên kirin weke kesayetî nekirin pirsgirêk. Heta got ‘Ez weke fizîkî li vir bim jî bi awayekî ruhî kesekî azad im. Dîwarên girtîgehê ji bo min nayê tu wateyê.’ Li wir di bin şertên gelekî giran de tên ragirtin. Dema hevdîtin hatin kirin jî ev dihatin dîtin. Ji ber wê yekê ji bo ku ev pirsgirêk bi awayekî mayînde were çareserkirin divê teqez hevdîtin bên kirin.”   ‘DIVÊ MAFÊ HÊVIYÊ TEQEZ WERE PÊKANÎN’    Şahîn, destnîşan kir ku divê biryara binpêkirinê ya DMME’yê ya ji bo “mafê hêviyê” dabû teqez were pêkanîn û ev tişt got: “Em nîqaşa vî mafî nakin, divê neyê kirin. Ev mafekî ku divê were bicihanîne. Ev ne tenê mafekî hiqûqî ye, di heman demê de mafekî civakî ye. Divê hem ji aliyê feydeyê civakî hem jî yê kesayetî ev maf teqez were bicihanîn.”     Şahîn, diyar kir ku Tirkiye aliyekî peymanên navneteweyî ye û di hiqûqa xwe ya navxweyî de di vî alî de qanûnan çêdike û got ku heke li gorî peymanan neyê tevgerîn dê hin ceza bikevin rojevê. Şahîn, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber hin hesabên siyasî bi giranî tevdigerin. Dewlet heta ku berjewendiyên wan nebin bi hêsanî nakevin nava liv û tevgerê. Mekanîzmayên didin zorê hene. Mekanîzmaya dide zorê gel bi xwe ye. Gel dê van bide zorê. Heke xebitîna mekanîzmayên wan dê gelek dem bigire û dema wext derbas bû jî dê zêde bi wate nebe. Di vê mijarê de divê biryarên hem CPT’yê hem jî YE û DMME’yê dabûn demildest werin pêkanîn. Heke cezayekê bidin jî divê demildest were dayîn.”   ‘DIVÊ SANIYEKÊ JÎ NEYÊ SEKINANDIN’    Şahîn diyar kir ku dema salekê ya ji bo “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan ji Tirkiyeyê re hatiye dayîn demekî dirêj e û got: “Ev yek ne rewşeke ku salekê li bendê bê mayîne. Divê saetekê, saniyekê jî neyê sekinandin. Ev mafekî ku divê were bi cih anîne. Lê mixabin ev mekanîzma gelek giran tên xebitandin. Dibe ku cezayên bidin ji bo Tirkiyeyê bibe sedemê zirarekê. Lê rastiya dirêjbûna wê dibe ku bibe sedema zirarên jêveneger. Ji bilî cezayan divê pêdiviya vê were bicihanîn. Ev rewşeke lezgîn e.”   Şahîn, bal kişand ku divê herkes ji bo “mafê hêviyê” were bicihanîn berpirsyartiyê bigire ser xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê bi hesasiyeta civakê, rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ewilî bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin. Dema hevdîtin hatin destpêkirin jî ji bo çareseriyê divê maseyek were danîn. Beriya niha hate ceribandin, hate kirin û di wateya erênî de me hemûyan encama wê dît. Divê careke din bi awayekî lezgîn ev yek were pêkanîn.”   MA / Rûkiye Adiguzel