Gel vexwendin Qada Stasyonê: Em ê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeş bikin 2024-10-09 11:18:20   AMED - Parlamenterên DEM Partiyê diyar kirin ku ew ê di 13’ê cotmehê li Amedê rêya çareseriyê pêşkeşî îktîdarê bikin û li dijî komploya navneteweyî her kes vexwendin mitînga ku dê li Qada Stasyonê bê lidarxistin.    Di 13’ê cotmehê de bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk dê li Amedê bi dirûşma “Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê tên gel hev” mitîng were lidarxistin. Xebatên amadekariya mitîngê bedewam in. Di vê çarçoveyê de derî bi derî, kolan bi kolan xebat tên meşandin. Di xebatên girseyî de çalakvan balê dikişînin ser bandora tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser civakê û ji bo tevlibûna mitîngê bang dikin.    Parlamenterên DEM Partiyê yên li Amedê derî bi derî xebatan dimeşînin, bal kişandin ser girîngiya mitîngê û banga tevlibûnê kirin.    ‘EM RÊYA ÇARESERIYÊ PÊŞKEŞ DIKIN’   Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar got ku mitînga 13’ê cotmehê dê bibe bersivek ji kesên gelê kurd tune dihesibînin. Şenyaşar, anî ziman ku berê gelê kurd û gelên cîhanê li ser mitînga Amedê ye û wiha got: “Heke li welêt aştiyek pêk were, divê deriyên Îmraliyê bên vekirin. Em li Amedê  çareseriyekê pêşkeşî îktîdara  ku nikare Tirkiyeyê birêve bibe dikin. Divê îktîdar guh bide Amedê û teqez bersivê bide bangawaziya aştiyê. Banga me li hemû gelên Tirkiyeyê ew e ku di 13’ê cotmehê de beşdarî mitînga li Qada Stasyonê bibin.”    ‘MECBÛR IN DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN’    Parlamentera Amedê Adalet Kaya jî “rewşa agahînegirtina mutleq” a li Îmraliyê weke îşkence pênase kir û ev tişt anî ziman: “Îradeyek û pêşniyareke çareseriyê heye ku dikare rê li ber şerên li Rojhilata Navîn bigire. Gelê kurd jî dê di mitîngê de peyama ‘Em çareseriya demokratîk û bidawîkirina şer dixwazin’ bide. Gel dixwaze ku dîsa bi birêz Ocalan re muzakere bên kirin û Ocalan weke hêza çareseriyê dibîne. Navnîşana çareseriya demokratîk li Îmraliyê ye. Mecbûr in deriyên Îmraliyê vekin. Ji bo gelên me ev yek girîng e. Lewma jî em banga tevlibûnê li gelê Amedê, kesên şoreşger, demokrat, azadîxwaz, muxalîf û aktîvîstên mafên mirovan dikin.”     ‘EM HER KESÎ VEDIXWÎNIN QADA STASYONÊ’    Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan jî bal kişand ser geşedanên li Tirkiye û Rojhilata Navîn û got ku mitînga di vê serdemê de girîng e. Erdogan, axaftina xwe bi vê bangawaziyê qedand: “Li dijî şerê li Rojhilata Navîn tekane alternatîfa çareseriyê, birêz Abdullah Ocalan e. Di demeke ku tevahiya nirxên civakî hatine rizandin de, çareserî ev paradîgmaya azadîxwaziya jinê û ekolojîk e. Em bang li hemû gelan dikin ku di 13’ê cotmehê de biherikin Qada Stasyonê.”