Jinan ji rayedaran re got: Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin 2024-10-09 11:43:41   STENBOL - Jinan diyar kir ku li dijî tundiya zilam pêdivî bi xeta têkoşînê ya yekgirtî heye û ji rayedarên dewletê û desthilatê re ev bang kirin: “Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin.”   Jinên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê li dijî komkujiyên jinan ên di rojên dawî de pêk hatin bêdeng nebûn, çalakiyên protestoyî yên girseyî pêk tînin. Jinên ji beşên cuda yên civakê hatin bahev, li qadên lê dimînin tên bahev û polîtîkayên jinan ên desthilatê teşhîr dikin.    Endama Jin bi hev re Bihêz in (KBG) Ruya Kûrtûlûş, Ceyda Gedîk û Selîn Top têkildarî girîngiya têkoşîna birêxistinî ya li dijî komkujiyan axivî.    ‘KESEKÎ SÛCDAR ÇIMA LI DERVE YE?’    Ruya Kûrtûlûş bi bîr xist ku li Stenbolê beriya çend rojan Semîh Çelîk di navbera nîv saetê de piştî Ayşenûr Halîl a 19 salî û Îkbal Ûzûner bi hovane qetilkirin întîhar kir û anî ziman ku ji bo pirsa di pêvajoya ber bi cînayetê ve çima mudaxile nehate kirin bipirsin li kolanan e. Kûrtûlûş, axaftina xwe wiha domand: “Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Tundî li jinan tê kirin ji bo biryarên dûrxistinê serlêdanên wan çêdibin lê encam nagirin. Ji ber ku piştî zilam tên binçavkirin, tên berdan. Du kesên ku li kolanên Beyoglûyê êrişa zayendî li jinekê kirin hatin binçavkirin û pişt re hatin berdan. Di medyaya dîjîtal de bi berteka jinan û civakê dîsa hatin binçavkirin û girtin. Heke sûcek hebe çima berdidî kolanan.”   ‘POLÎTÎKAYA NECEZAKIRINÊ CESARETÊ DIDE’     Kûrtûlûş, anî ziman ku tundiya mêran rast e rast girêdayî polîtîkaya necezakirinê ye û da zanîn ku êdî li welat hiqûq nayê bicihanîn. Kûrtûlûş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sûc li kolanan heta temenên biçûk belav bûye. Jin di nava mal û malbatê de ji aliyê mêrê herî nêzî xwe ve rastî tundiyê tê. Û necezakirina dadgehan jî cesaretê dide van mêran.” Kûrtûlûş, anî ziman ku li dijî tundiyê û necezakirinê demekî dirêj e têdikoşin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî polîtîkayên necezakirinê û asayîkirina tundiya mêr, ji bo ku zêdetir jin winda nebin û ji tundiya ku jiyana me dorpêç dike rizgar bibin li hev xwedî derkevin. Em daketin qadan û ji bo ji civakê re bêjin ‘bêdeng nebin’ û ji dewletê re bêjin ‘wezîfeya xwe bikin’ û em ê li qadan bin.”   ‘ÇARESERÎ HILWEŞANDINA PERGALÊ YE’    Ceyda Gedîk da xuyakirin ku ji ber bicihneanîna mekanîzmayan kuştina jinan zêde bûye û wiha got: “Betalkirina Peymana Stenbolê em anîn vê noxteyê. Ev yek her roj rê li ber kuştina jinan vedike. Polîtîkayên dewletê jinan naparêze û heta ku bi vî rengî dewam bike jî wê neparêze. Ji bo vê jî têkoşîna me bi yekbûn û rêxistiniya li kuçeyan wê vê pergalê hilweşîne. Ev pirsgirêkeke ku wê bi hilweşandina pergalê çareser bibe ye.”   ‘TÊKOŞÎN DÊ BIDOME’    Selîn Top jî diyar kir ku komkujiyên jinan dikare bê rawestandin û bal kişand ku divê li dijî vê xeteke têkoşînê ya giştî were birêvebirin û got: “Ev faîl hêzê ji desthilata heyî û mêrsalariyê werdigirin. Rayedar dibêjin ‘tiryakê bandor lê kiriye’, ‘psîkolojiya wî xerab bû’ lê hinceta vê yekê nîne. Hişê van mêran hemûyan di serê wan de ye û mêrên ji rêzê ne. Em ji dewleta mêrsalar re dibêjin ku hûn li pêş van faîlan hene. Ji ber wê yekê em daxuyaniyên wezaretê û kesên ji desthilatê samîmî nabînin. Tişta em dibêjin; Temaşe neke, neaxive, pêşiyê li tundiyê bigirin. Ev tuniya mêr e û ya ku van faîlan diparêze jî dewlet e. Li dijî vê têkoşîna femînîst berdewam dike. Ji bo ku em keseke din kêm nebin tişta ji destê me were em ê bikin.”   MA / Yeşîm Tukel