Li Îzmîrê bi boyaxê êrişî sînagogan hat kirin 2024-10-09 12:53:40   ÎZMÎR - Kesek an hin kesên nasnameya wan nediyar li navçeya Konaka Îzmîrê bi boyaxa sor êriş birin ser deriyên sînagogên Sînyora û Algazî.   Li Sûka Kemeralti ya navçeya Konaka Îzmîrê kesek an jî hin kesên nasnameya wan nediyar, bi boyaxa sor êriş birin ser deriyên sînagogên Sînyora û Algazî. Deriyên sînagogan bi boyaxa sor hat boyaxkirin û ev yek wek êrişek li dijî sînagogan hat şîrovekirin. Têkildarî êrişa hat kirin kesek hat binçavkirin. Koordînatorê Projeya Mîrateya Çandê ya Cihû ya Îzmîrê Nesîm Bencoya diyar kir ku ew texmîn dikin ku bi armanca protestokirina Îsraîlê Sînagoga Sînyora armanc hatiye girtin.      Bencoya got: “Peyama ‘hûn qatîl in, hûn cihû ne’ didin me. Ev êrişek antîsemîtîst e. Ev êriş di nava cemaeta me de bû sedema tirsê. Bi van êrişan dixwazin mîrateya me ya çandî jî bikin armanca xwe.”