Karkerê di teqîna kargehê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2024-10-09 12:54:17   STENBOL - Karkerê ku di teqîna kargeha meqerneyan a li navçeya Hendekê ku beriya 25 rojan pêk hatibû de birîndar bûbû, li nexweşxaneya lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Karker Guven Albayrak ê di 15’ê îlonê de di teqîna kargeha meqerneyan a li navçeya Hendekê pêk hat de bi giranî birîndar bûbû, piştî 25 rojan li Navenda Tedawiyê ya Şewat û Birînan a Nexweşxaneya Bajêr a Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.    Hate zanîn ku cenazeyê Albayrak dê li gundê Dadali yên navçeya Akçakoca yê Duzceyê bê veşartin. Bi mirina Albayrak hejmara karkerên ku di teqînê de jiyana xwe ji dest dane derket 3’yan.