DEM Partiyê xwest Meclis ‘tundiya li dijî jinê’ lêkolîn bike 2024-10-09 16:34:28   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş bi mebesta lêkolînkirina tundiya li dijî jinan pêşnûme da Meclisê.    Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş ji bo diyarkirina texrîbata tundiya li dijî jinê ava kiriye, lêkolînkirina pratîka 22 salan û polîtîkayên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinê, pêşnûme da Meclisê.    Beştaş, bi bîr xist ku li seranserî cîhanê tundiya li dijî jinan zêde dibe, li gelek welatan li dijî tundiya li dijî jinan “Plana çalakiyên lezgîn” ketiye meriyetê lê li Tirkiyeyê tiştekî wiha nehatiye kirin.    XETERE LI SER JIYANA JINAN HEYE    Beştaş, diyar kir ku tenê di meha îlonê de herî kêm 42 jin ji hêla zilaman ve hatine qetilkirin û herî kêm 20 jinan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane. Beştaş, cînayet û windabûnên di demên dawî de bi bîr xist û got ku xetereyeke mezin li ser jiyana jinan heye. Beştaş, xwest ku sedemên tundiya li dijî jinan, encam û bandora wan, texrîbata bi xwe re aniye û aliyên civakî bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin û got ku ji bo ewlehiya canê jinan, lêkolînkirina naveroka “Plana çalakiyan a lezgîn” û pêşxistina polîtîkayên pêşîlêgirtina tendiyê ev lêkolîn mecbûriyeteke.