DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin 2024-10-10 10:12:15   ENQERE - Dadgeha Bilind cezayê hefsê yê li Selçûk Mizrakli hatibû birîn, erê kir. DEM Partiyê bertek nîşanî vê yekê da û diyar kir ku hewl tê dayîn bi darbeyên darazê siyaseta demokratîk were tasfiyekirin.    3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli hatibû birîn, erê kir. Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî erêkirina cezayê Mizrakli daxuyanî da. Di daxuyaniya bi serenavê “Li dijî darbeyên darazê ne Mizrakli ne jî hevalekî/e me yê/a dîl girtî serê xwe natewîne!” hatibû dayîn de hate diyarkirin ku biryar darbeyeke darazê ye û ev yek di çavên kurdan û raya giştî ya demokratîk de pûç û vala ye.