Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir 2024-10-10 14:51:34   MÊRDÎN - Wesayîta rêveberên MEBYA-DER’ê tê de bûn li Mêrdînê qeza kir û 3 kes birîndar bûn.    Wesayîta ku rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) Salih Kuday, Fîdan Orak û Mehmet Aktaş tê de bûn, dema ji navçeya Artuklu ya Mêrdînê ber bi Amedê ve diçû li devera Şêxanê qeza kir. Sê kesên di wesayîtê de birîndar bûn.  Birîndar, bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê. Hat zanîn ku rewşa birîndaran baş e.