Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin 2024-10-10 15:09:28 NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê têkildarî hilbijartinên li Herêma Federe ya Kurdistanê wiha got: “Divê di vê hilbijartinê de her kes li dijî kesên xakfiroş sekna xwe nîşan bide.”  Hilbijartinên serdema 6’an a parlamentoyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê dê di 20’ê cotmehê de bên lidarxistin û tê payin ku 2 milyon û 899 hezar kes biçin ser sindoqan. Hejmara namzetên dê bikevin hilbijartinan hezar û 191 e. Ji van 368 jê jin in. Ji parlamenterên meclisê ji sedî 90 jê dê bi rêya hilbijartinê û yên din jî dê li gorî kotaya ji sedî 5’ê bên diyarkirin. Bi diyarbûna dîroka hilbijartinê re partiyên siyasî jî dest bi xebatên xwe kirin. Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê jî têkildarî hilbijartinê û sekna xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand.    Daxuyanî wiha ye: “Ji bo Kurdistaneke azad û jiyanekî demokratîk em bangawazî hemû gel û jinên başûrê Kurdistanê dikin. Başûrê Kurdistanê li nav şert û mercên pir giranda em ber bi hilbijartinê ve diçin. Aliyekê da şer û pevçûnên Rojhilata Navin belav dibe, aliyê dinê qirkirinek çandî, nasnameyî û cesteyi a li ser gelê Kurd û jinan tê meşandin jiyan xistiye nav krîzeke mezin. Dîsa pêvajoyeke ku kuştin, xwekuştin û tundiya li ser jin, hemû mafên zagonî bêparmayin wek rewşek asayî û rojane tê dîtin de derbas dibin.   Ev 33 sale desthilatên ku li ser navê gelê Başûrê Kurdistanê siyasetê dikin bi gendelî, bêkarî, bêmeaşî, civak teşwîqî koça derve kirinê, malbata xwe dewlemendkirinê, ji bo berjewendiyên malbatî zarokên gelê xwe bêmaf hiştinê, disa axa Kurdistanê a pîroz radestî dagirkeran kirinê wek siyaseta esasî destgirtiye û pêk anîne. Tu kar bi ser navê demokrasî û azadî ji bo vî gelê nekirîne. Îro ji heya qirika xwe ketine nav îxanetê. Desthilata heyî çavkaniya xizîneya ku bi hezaran salan gelê kurd beramberî êrişên iskenderan, moxolan, persan, ebbasiyan, xaçperestan, selçûqiyan, osmaniyan heta netewdewletên sedsala 20’an de hatine avakirin xwe parastî zuha kir. Îro li Başûrê Kurdistanê ji ber siyaseta desthilatiya xwe firoş kurda ‘hêviya’ xwe ya serkeftinê winda kiriye. Ji ber wê kes girîngiya pêwîst nade hilbijartinê jî. Herî zêde jin beramberî êrişên bierêkirin û rewakirina zagonên zilamsalar ên deshilatan hêviyên xwe beramberi hertişti winda kirine. Heman demê ji ber zagonên heyî ên mafê jinan diparêzin nakevin meriyetê ev bêhêvi bûyin zêdetir dibe. Desthilata îro bi şêwazekî herî kûr zîhniyeta zilamsalar ser jin, zarok û civakê ferz kiriye. Jin hatiye halê kû êdî nikare henaseyek azad jî bigire.   LI DIJÎ XAKFIROŞAN XWEDÎ HELWEST BIN   Em jî bawer nakin bi hilbijartinekê hemû bêdadî û neheqî ji holê rabin. Lê belê ji bo ev xakfiroş û dijminê jin û civakê bin bikeve û tu desthilatên din cesaret neke destbiavêje nirxên gelê me yên pîroz, pêwîste her kesekî azadixwaz û welatparêz xwedî helwestekê be. Her dengekî beramberî îxanetê û desthilatiya zilamsalar were karanin tolhildana sedan zarok û ciwan û jinên ku me li dijî dagirkeran ji destdaneye. Disa her dengekî beramberî vê zîhniyeta zilamsalar were karanin ji bo bilindkirina têkoşîn û azadiya jin em hêvî dikin kû bibe sedema pêngaveke nû.   ŞEREKÎ VEŞARTÎ LI DIJÎ JINÊ TÊ KIRIN   Li Başûrê Kurdistanê berxwedan û têkoşîna jina kurd dîrokekî dirêj û biheybet heye. Belê mixabin deshilat dixwazin vê dîrokê ji bîra jinan bibe û jinan dûri mîrateya wan a dîrokê bixe. Îro mêr-dewlet û pergala zilamsalar bi hezar û yek girêkan jinan xwe ve girêdaye. Zagonên têne derxistin ji bo berjewendiyên zilam tên çêkirin. Zagonên kû mafê jinan diparêzin yek bi yek tên guhertin. Îro ji nav malbatê bigrin heta kolana, dibistanan û parlamentoyan şerekî veşartî beramberî jin tê kirin û pir berçav dijminahiya jinê tê kirin. Pir kêm firsend û derfetên xweîfadekirin û bi îrade tevgerandinê jinê re hatiye hiştin. Dema jin bi fikir û zîhniyeta azadiya jinê û hevjiyana azad tevnegere hebûna jinê van qadên istisnayi jî bê wate dibe û bin sîha zilam de gor berjewendiyên zilam tevdigere.   HILBIJARTINEKE DÎROKÎ YE   Hilbijartina pêşiya me ji bo gelê Kurdistanê hilbijartinek dîrokî ye. Heman demê de vê hilbijartinê de ji 1191 namzetên ku xwe ji bo hilbijartinê amade kirî 368 namzetên jin in. Piraniya van namzetên jin ji cihên ku hilbijartina wan zehmet be hatine bicihkirin. Lê em hêvî dikin ku ruxmê hemû bêdadî û neheqiyan jî hejmarekî girîng û têrker ji namzetên jin dê Parlamentoyê cihê xwe bigre. Heta niha ji ber parlamentoyê de jin cihên ki biryar tên girtin cihnegirtine zagonên derketide jî xwedî nêrîneki bibandor nebûne. Li hemû qadên jiyanê de cihgirtina jinan û biryarên derbarê jin û civakê de insafa zilam re nehiştin îro ji her demî zêdetir erka ser milên jinaye. Namzetên ki xwe ji bo parlamentoyê amade dikin pêwiste beriya herkari giraniya vê erkê bibînin û gor wê xwedî helwestbin.   Em wek jinên Başûrê Kurdistanê destpêka vekirina Parlamentoya Herêmê heta îro sekn û xebata parlamenterên jin dişopînin. Hin mijaran de ji bo kesanî dibin parlamenter hem rexnên me hem bendewariyên me hene. Em li nav hêvî û bendewariyêdene ku namzetên wek parlamenter biçin parlamentoyê ji bo yekrêziya hemû parlamenterên jin ên kurd xwedi xebat û helwest bin û ji bo yekitiya hemû gelê kurd rolekî pêşeng bilîzin.   DIVÊ EM AZADIYA HEMÛ KURDISTANÊ ESAS BIGIRIN   Ji ber van bendewariyan em bang li gelê xwe û jinan dikin. Em pêvajoyek pir girande derbaz dibin. Desthilat û hêzên cîhanî careke din dixwazin cîhanê parve bikin. Kurdistan dîsa kirine mijara bazarê. Ji herdemi zêdetir niha pêwîste em xeta niştimanperwerî û azadiya hemû Kurdistanê esas bigrin.   HER DENG DÊ LI DIJÎ XIYANETÊ WERE BIKARANÎN   Em pêwist dibînin ku bêjin vê hilbijartinê de her dengekî ku beramberî xiyanetê were karanîn derbeyekê dê dilê dagirkeran bide.   Gelê me û jinên azadîxwaz pêwîste dengê xwe bidin namzetên beramberî têkoşîn û azadiya jin niştimanperwerî, nirxên demokrat û ekolojiyê xwedî helwest.   Em linav bendewariyêdene ku her namzetekî beramberî îxanet û xakfiroşiyê xwedî helwest be, soz bide ku dê ji bo berjewendiyên welat têbikoşe. Êş û azara jin jiyan dike bibîne û bi proje, plansaziyên ji bo çareseriya kuştin, tundî, dîsa bêkariya jin pêş bixe. Dîsa beramberî têkoşîn û azadiya jin xwedî helwest be. Gor şert û mercên Kurdistanê hemû netewên cuda yên li Kurdistanê jiyan dikin bi awayekî demokratik pêşwazî bike. Beramberî qirkirina xwezaya Kurdistanê bêdeng nemîne û projeyên ekolojîk, parastina xwezayê esas bigre. Kesên van aliyan de xwedî hewildan û helwest layiqê dengdayinê ye.   Em dawiyê de ser van şertên demokratîk û azadîxwaz dubare jinan û gelê kurd re bengawaziya dengdayinê dikin. Jinên ku niha wek namzet ketine kar û xebata hilbijartinê re serkeftinê dixwazin. Ji bo jinên ku piştî vê hilbijartinê bibin parlamenter re ji niha de serkeftinê dixwazin û hêvî dikin gor berjewendiyên civak, jin û xwezayê tevbigerin.”