Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir 2024-10-11 11:04:18 NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê ragihand ku wan bi rêya balafirên bê mirov êrişî ser herêmek di bin desthilatdariya Îsraîlê de kiriye. Koma Meqawmey Îslamî (Berxwedana Îslamî) ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya piştgiriya ji bo gelê Filistîn û Lubnanê de, wan bi rêya balafirên bê mirov êrişî herêma Îlatî ya di bin destê desthilatdariya Îsraîlê de, kiriye.   Li gorî daxuyaniyê, êriş bi balafiran gihiştiye hedefa xwe, lê derbarê ziyanan de agahî nehatin bidestxistin.