Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin 2024-10-11 12:16:56   AMED - Parêzer Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku cezakirina miwekîlê wî Selçûk Mizrakli ne bi delîlên şênber hatiye kirin û got: “Dadgehê, helwesta siyasî ya Selçûk Mizrakli ceza kir.”   Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dr. Adnan Selçûk Mizrakli ji ber îtîrafkariya Hîcran Berna Ayverdî hatibû girtin. Dadgeha Amedê ceza li Mizrakli birîbû û ev ceza çûbû Dadgeha Bilind. Lê Dadgeha Bilind bi hinceta kêmasiyên lêpirsînê hene ceza xera kir û şand Dadgeha Amedê. Di ecnama darizandinê de Dadgeha Amedê dîsa 9 sal û 4 meh û 15 roj ceza li Mizrakli birî û şand Dadgeha Bilind. 3’yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind 9 sal û 4 meh û 15 roj cezayê Mizrakli erê kir.    Dema Mizrakli Parlamenterê HDP’ê bû bi îdiaya ku di organên Kongreya Civaka Demokrtatîk (KCD) cih girtiye, doz lê hat vekirin. Mizrakli ji ber parlamenter bû negirtî hat darizandin. Mizrakli di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de ji bo Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat bijartin. Beriya hilbijartinê bi 11 rojan, îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî ku di pevçûnên dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de cih girtiye, îfade li ser Mizrakli dabû. Piştî qeyûm tayînî şûna Mizrakli hat kirin, di meha cotmeha 2019’an de hatibû girtin. Mizrakli bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat darizandin û ceza lê hat birîn.    Parêzer Mehmet Emîn Aktar   ‘TEVÎ KU DELÎLÊN ŞÊNBER TUNE NE JÎ CEZA HAT ERÊKIRIN’   Ji parêzerên Mizrakli, parêzer Mehemt Emîn Aktar pêvajoya dozê û biryara darazê nirxand û destnîşan kir ku sedema ewl a ku Dadgeha Bilind cezayê Mizrakli xera kir îdiayên dihat kirin ji delîlan dûr bûn û ji ber vê yekê cara pêşî doz xera kir. Aktar anî ziman ku li gel tiştek û delîlek şênber li ser Mizrakli derneket jî dîsa darizandina heyî dikin hincetê cezakirinê.    ‘BEYANÊN ÎTÎRAFKAR AKBIYIK KIRIN HINCET’   Aktar diyar kir ku beyanên îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî kirine hinceta cezakirina Mizrakli û beyanên wê paşê derket holê ku derew in. Aktar da zanîn ku ji ev ev îdia û delîlên pûç têr nekirin, paşê rabûn ji ber beyanên îtîrafkar Umît Akbiyik doz li Mizrakli vekirin û her du dozan kirin yek.    ‘DIXWAZIN TU LI BER XWE NEDÎ’   Aktar anî ziman ku ew ne li bendê bûn ku Dadgeha Bilind ceza erê bike û got ku erêkirina cezayê Mizrakli carek din wan şahidî kiriye ku daraz wek amûrekê tê bikaranîn. Aktar destnîşan kir ku armanca erêkirina vî cezayî zêdekirina zextên li ser siyasetê ye û wiha got: “Dema ku di sala 2019’an de qeyûm hat tayînkirin, Selçûk Mizrakli nêzî du mehan her roj tev li çalakiya li dijî qeyûm a li hemberî şaredariyê dihat kirin dibû. Her roj gel li wir daxuyaniyan dida. Berxwedanek hebû. Lê êdî em bi viya baş dizanin; heke tu li ber xwe nedî, bertek nîşan nedî, bêdeng bimînî, dewlet xwe têkilî te nake. Dewlet te wekî kurdekî hatiye islahkirin qebûl dike. Lê belê heke tu li mafên xwe bigerî û ji bo vê yekê helwestek biryardar nîşan bidî dixwaze zextan li ser te bike û te tasfiye bike.”    'HELWESTA SIYASÎ YA MIZRAKLI HAT CEZAKIRIN’    Aktar destnîşan kir ku di mantiqê bingehîn ê cezakirina siyasetmedarê kurd de sedem çalakî lidarxistina wan nîne û got: “Heke îtîrazek li ber pegala serdestiya heyî ya dewletê hebe, kesan ceza dikin. A rast tişta daxwazî û armanca siyasetmedarê kurd ceza dikin. Di şexsê birêz Mizrakli de jî tişta ku hatiye cezakirin, ne çalakiyên wî ne ji ber helwest û xeta wî ya siyasî ye.”    Aktar da zanîn ku ew ê li dijî biryara Dadgeha Bilind serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bidin û heke ew ji wir jî encamê negirin dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.    MA / Rûkiye Adiguzel