Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe 2024-10-11 13:07:48   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan têkildarî agahînegirtina ji Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê da û xwest ku komîsyon bikeve nava hewldanên dawîanîna mevzuata dijî hiqûqê.    Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan têkildarî rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên li Girava Îmraliyê girtî ne û 43 meh in agahî ji wan nayê girtin serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) da.   Newroz Ûysal Aslan di serlêdanê de bal kişand ku ev 43 meh in ji Girtîgeha Girava Îmraliyê tu agahî nayên girtin û wiha got: “Roja dawî ya wergirtina agahiya ji birêz Ocalan ku ew wek muxatab û hêza çareseriyê ya pirsgirêka kurd ku bênîqaş e 25’ê Adara 2021’an bû. Hevdîtina herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan bi rêya telefonê kiribû û piştî çend deqîqeyan hatibû qutkirin. Axaftina dawî ya Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû û ji wê demê û vir ve 8 sal in bi parêzeran re hevdîtin pêk nehatiye. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta 2’yê Gulana 2019’an qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat ragihandin ku di sala 2019’an de 5 caran bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî, piştî hevdîtina dawî ya 7’ê Tebaxa 2019’an careke din bênavber hate qedexekirin. Hemû serlêdan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve weke hincet cezayên disiplînê yên dubare hatin dayîn û bê encam man. Ev rewşa ku ji bêhiqûqiyê re jî îstîsna ye, berdewam dike.”    PÊŞNIYARA PÊŞXISTINA ÇARESERIYÊ    Di dawiya serlêdanê de wiha hat gotin: “Li Girtîgeha Girava Îmraliyê 25 sal in binpêkirina qedexeya îşkence û muameleya xerab didome û divê dawî li vê bê anîn. Ji bo ku li Tirkiyeyê aştiyeke mayînde û serweriya hiqûqê pêk were, pêwîst e Komîsyona we ji bo bidawîkirina qanûn û pêkanînên li dijî belge û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî însiyatîf û pêşniyarên çareseriyê pêş bixe."