Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir 2024-10-11 14:34:38   STENBOL - Li navçeya Başakşehîrê êrişkarek maske xistibû serê xwe 3 kesan birîndar kir.    Li taxa Kayaşehîr a Başakşehîra Stenbolê êrişkarê bi navê M.G. (17) ê rûpoş xistibû serê xwe, bi amûrek birînê çep û rast êriş bir ser welatiyên derdorê. Di êrişê de 3 kes birîndar bûn. Êrişkar piştre ji cihê bûyerê reviya. Her sê welatiyên birîndar bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê.    Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de êrişkar M.G. li mala xwe hat zeftkirin û polîsan wî kir binçavan.