Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn 2024-10-11 14:45:00   AMED - Nivîskarê kurd Mehmet Uzun di salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Di bîranînê de beşdaran bal kişandin ser keda Uzun a di wêje û zimanê kurdî de.    Nivîskarê kurd Mehmet Uzun ku salên dirêj li sirgunê ma, piştî bi penceşêra mîdeyê ketî hate Amedê û di 11’ê cotmeha 2007’an de jiyana xwe ji dest da. Mehmet Uzun, di 17’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn. Bîranîn, bi pêşengtiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin. Endamên malbatê û hevalên Uzunû nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl beşdarî bîranîna li Goristana Deriyê Mêrdînê bûn.    ‘DÊ HER TIM BIJÎ’   Bîranîn, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun axivî û wiha got: “Her kesên dixwestin derheqê kurdan û dîroka Kurdistanê de tiştekî hîn bibe, ji çavkaniyên Mehmet Uzun ên di vê mijarê de nivîsandiye sûd girtin. Em şahidên keda wî ya ji bo kesên dixwestin di qada wêjeyê de xwe nas bikin. Dê berhemên wî li pey xwe hiştî heta dawiyê her bijîn. Bi ser berhemên wî re gelek sal derbas bûn lê hêj jî pir nûjen in. Me xwest îsal hezkiriyên wî û malbata wî bînin gel hev. Ji bo vê jî me çalakiyên biçûk lê girîng li dar xistin. Me xwest bîranîna wî zindî bihêlin. Bila ruhê wî şad be.”    Hevalê Uzun, Ahmet Avcikiran jî anî ziman ku di salvegera 17’emîn a wefata Uzun de ji ber hefteya bîranînê û çalakiyên şaredariyê ew hêj xurttir in. Piştre jî bîranînên xwe yên bi Mehmet Uzun re vegot. Avcikiran, ji nivîsên Uzun çendek pasaj xwend.    ‘UZUN WÊJEYA KURDÎ BI CIWANÊN ME DA HEZKIRIN’    Hevseroka DBP’a Amedê Sûltan Yaray jî ev tişt anî ziman: “Mehmet Uzun, ji bo wêjeya kurdî û gelê kurd kedeke mezin da. Em dibînin ku bi hezaran ciwanên kurd pirtûkên wî dixwînin. Wêjeya kurdî bi ciwanên kurd da hezkirin. Li dijî polîtîkayên pişaftinê yên li dijî gelê kurd, xebatên ziman û wêjeyê meşand.”    Di bîranînê de her wiha peyama Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ya bi rêya parêzerê xwe şandî hate xwendin. Piştî daxuyaniyê, beşdaran çîçek danîn ser gora Uzun û bîranîn bi dawî bû.