Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin 2024-10-11 15:13:43   KOCAELÎ - Di konteynira çopê ya li ber stargeha aydê Şaredariya Gebzeyê ya AKP’î de gelek kûçik û pisîkên qetilkirî hatin dîtin.    Qanûna ku weke “Qanûna Komkujiyê” û ji aliyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ve hate pêşkeşkirin li Meclisê hatibû qebûlkirin. Piştî vê yekê ji gelek bajaran nûçeyên komkujiyên heywanan hatin. Di konteynira çopê ya li ber Navenda Rehabîlîtasyonê û Stargeha Demkî ya Sewalên Kolanan a aydê Şaredariya Gebze ya Kocaeliyê ya AKP’î gelek kûçik û pisîk bi awayekî qetilkirî hatin dîtin.    DI ÇOPÊ DE HATIN DÎTIN    Parazvanên mafên jiyanê yên hatin stargehê komkujî derxistin holê. Parazvanên mafê jiyanê yê poşetên ku avêtin çopê derxistin komkujî raxistin li ber çavan.    Şaredariya Gebzeyê ya li ser bertekan daxuyanî da îdia kir ku haya wan ji komkujiyê nîne.