ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-12 09:00:51   * Di îdianameya ku der barê hevşaredarên berê yên girtî yên Şaredariya Erxeniyê de hat amadekirin, biryarên meclisê, vekirina buroyên hilbijartinê, çalakiya Aşûreyê, projeya "mala nan" û pîrozbahiya Newrozê sûc hatin hesibandin.   * Nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên Rihayê banga tevlibûna "Mitînga Azadiyê" ya ku wê sibê li Amedê bê lidarxistin kirin û ev peyam dan: "Em ê bên û Qada Îstasyonê bikin qada aştiyê."    * Di ser qetilkirina Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef re, 5 sal derbas bûn. Cîgira Hevseroka Giştî ya partiya Xelefê, Semîra Mihemed Elezîz got: "Em ê rêya Hevrînê bidomînin."   * Sekreterê Giştî yê Odeya Bijîşkan a Amedê Ahmet Baran, diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafan ên tenduristiyê û jiyanê zêde dibin û got: "Girtî nikarin ji mafê tenduristiyê sûdê werbigirin."    * Li Êlihê polîsan avêt ser mala Halîse T. û lawê kirin binçavan. Halîse T. diyar kir ku lawê bi tundiya polîsan re rû bi rû maye û dîmenê ku kişandiye jî bi gefxwarinê ji telefona hatiye birin.    * Li gundê Elemûnê yê Qilebanê 39 sal in ceyrana welatiyan tê qutkirin. Şêniyên gund diyar kirin ku birîna ceyranê ji bo nexweşên diyalîzê metirsiyeke mezin çêdike û gotin: "Bila pêşiyê pirsgirêka qutbûna ceyranê çareser bikin û piştre ceyrana qaçax tespît bikin."    * Baroyên gelek bajarên bakurê Kurdistanê dê kongreyên xwe li dar bixin. (09.00-24.00)    * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê ji bo balê bikişînin ser aqubeta windayan dê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiyên heftane berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane bidomînin. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê dê beşdarî panela polîtîkayên astengan a Şaredariya Wêranşarê bibe. (12.30-17.00)    * Şaxên ÎHD'ê yên Stenbol û Enqereyê dê bi daxuyaniyan balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş.  (13.30)