Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin 2024-10-12 09:55:06 AMED - Parlamenterên DEM Partiyê banga beşdariya “Mitînga Azadiyê” ya dê sibê li Amedê bê lidarxistin kirin û gotin: “Ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk em sibê li Qada Îstasyonê bin.”    Platforma Saziyên Demokratîk wê sibê li Amedê bi şîara "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê em li Amedê kom dibin” di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" mitîngek li dar bixe. Tê payîn ku ji Amed, ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê tevlibûneke zêde pêk were. Wê mitîng li Qada Îstasyonê ya bajêr bê lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak û parlamenterên DEM Partiyê yên ku bi rojan e xebata mitîngê bi rê ve dibin, bang li her kesî kirin ku beşdarî mitîngê bibin û li qadê dengê azadî û aştiyê qîr bikin.    ‘DIVÊ HEMÛ KES XWEDÎ LI MITÎNGÊ DERKEVE’    Hevserokê HDP’ê Cahît Kirkazak destnîşan kir ku ji bo pêvajoya heyî ya li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewime Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dikaribe bi rola xwe rabe ji ber vê yekê mitîngê gelek girîng dibînin û divê tenê ne kurd tevahiya Tirkiyeyê xwedî li mitîngê derkeve.    GEL DAXWAZIYA AZADIYA OCALAN DIKE    Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan jî diyar kir ku gelê kurd û gelên din bi taybetî azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dixwazin û got: “Tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan zêdeyî 25 salan e didome û ev li dijî qanûnan û hiqûqê ye. Komploya navneteweyî li dijî hiqûqê ye, neqanûnî ye. Em di serî de gelê Amedê û hemû gelê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedixwînin mitîngê.”   JI BO JIYANEK WEKHEV Û AZAD    Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartîn jî bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku ev şer li gelek welatan belav bûye. Bartin da zanîn ku rewşa li Tirkiyeyê êdî ne mimkûn e ku mirov behsa azadî û demokrasiyê bike û got: “Yên ku demokrasî, wekheviya gelan diparêzin û têkoşîna şoreşgerî dimeşînin, li dijî her cure zilmê li ber xwe didin. Bi taybetî li welatê me Kurdistanê tecrîdeke giran êdî li her derê belav bûye. Cihê ku bi taybetî tecrîd lê kûrtir dibe girava Îmraliyê ye. Her ku tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan giran dibe, em dibînin ku ev şer li her derê belav bûye û hemû gel dîl tê girtin. Ji ber vê yekê em dixwazin vê bangê li gelê xwe bikin; em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ji bo rakirina tecrîdê, ji bo jiyanek wekhev, azad û demokratîk li hev bicivin. Em li benda her kesî ne.”    ‘EM BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ’    Parlamentera DEM Partiyê ya Agirî Nejla Demîr jî diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê belavî her cihî bûye û got: “Em dixwazin her kes biherike qadê û li dijî tecrîdê û şer azadî û aştiyê qîr bike. Werin em bibin dengê azadî û aştiyê. Em li benda gelê kurd û dostên wan in ku beşdarî mitîngê bibin.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI AZADIYA XWE DERKEVIN’    Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîan Guneş jî bal kişand ser berxwedana gelê kurd a ji bo azadiyê ku bi salane didome û got: “Êdî hemû dinya dibîne ku gelê kurd ji bo çi li ber xwe dide û çi dixwaze. Em ê di 13’ê cotmehê de li mitîngê carek din vê rastiyê û îradeyê nîşan bidin. Em ê di 13’ê cotmehê de xwedî li azadiya xwe derkevin. Em ê ji bo welatek azad û demokratîk mitînga xwe pêk bînin. Ji bo em dikaribin azad bijîn divê tecrîda li ser birêz Ocalan rabe û êdî bigihîje azadiya xwe. Em her kesî vedixwînin mitîngê û dixwazin bên li qadê dengê xwe bilind bikin.”