Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin 2024-10-12 11:27:11 AMED - Di Bultena Tecrîdê ya ku ji aliyê OHD'ê ve hatiye amadekirin de hat destnîşankirin ku 24 sal û 7 meh û 28 roj in li Îmraliyê tecrîd tê sepandin.  Hejmara 9'emîn a "Bultena Tecrîdê" ya ku 15 rojan carekê ji aliyê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ve tê amadekirin derket. Di bultenê de hat  destnîşankirin ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê 3 sal û 6 meh û 17 roj in ti agahî nayê girtin.     Di bultenê de hat destnîşankirin ku li Îmraliyê 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin, 4 sal û 7 meh û 10 roj in malbat nikarin hevdîtinê bikin, 5 sal 2 meh û 16 roj in parêzer jî nikarin hevdîtinê bikin. Di bultenê de cih dan daxuyaniya OHD'ê û bi sedan parêzeran a li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM). OHD'ê bang li Dadgeha Destûra Bingehîn kiribû ku dawî li binpêkirinên mafan ên sîstematîk û giran ên li Îmraliyê bîne.