Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin 2024-10-12 12:59:30 RIHA - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di panela ji bo astengdaran a Şaredariya Wêranşarê de axivî û diyar kir ku ew ê serokatiya daîreya astengdaran heta dawiya salê li Wan û Mêrdînê jî ava bikin.  Şaredariya Navçeya Wêranşarê ya Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de ye, panela bi mijara “Di Rêveberiyên Xwecihî de Polîtîka û Pêkanîna ji bo Astengdaran” li dar xist. Panel li eywana Navenda Çand û Hunerê ya şaredariyê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar û gelek welatî tev li panele bûn. Bakirhan û şandeya pê re ewilî serdana Şaredariya Wêranşarê kirin û paşê jî tev li panel-forumê bûn.    Hevşaredarê Wêranşarê Serhat Dîcle Înan di destpêka panele de axivî û diyar kir ku astengdar di nava civakê de nayên dîtin û nikarin mafên xwe yên civakî, aborî bikar bînin û li Wêranşarê 14 hezar welatiyên astengdar hene. Înan got ji bo astengdaran çi ji destê wan were dê bikin.    BAKIRHAN: ASTENGDAR TUNE TÊN HESIBANDIN    Hevserok Tuncer Bakirhan paşê axivî û wiha got: “Mixabin li vî welatê em lê dijîn hin tişt nayên dîtin, tên înkarkirin û maf û hiqûq tê redkirin. Vaye gelê kurd jî yek ji van tiştan e. Jin ji van tiştan e. Hema bêjê bi ser 10 milyon welatî re astengdar hene. Ji 8 welatiyan welatiyek me astengdar e.   Astengdar jî li vî welatî mîna kurdan, jinan û penaberan tune tên hesibandin. Maf û hiqûqa wan nay3e nasîn. Bi cihê kariye re rû bi rû dimînin. Astengdar ji xizmeta cemaweriyê sûdê wernagirin. Li erdnîgariya ku dergûşa şaristaniya mirovahiyê kiriye, astengdar nayên nasîn. Heq û hiqûq ji bo wan nayê dayîn. Wekî welatiyên wekhev nayên dîtin. Di xizmeta cemaweriyê de tu hêsankirin ji bo jiyana astengdaran tune ye. Qey tu yê bêjî tu astengdar hatibî dinê divê tu wek astengdar bijî. Astengdaran wek bar dibînin. Ev pargal, hikûmet tu pirsgirêkek astengdaran nabîne. Astengdar ji budçeyê para xwe nagirin. Di salên bihûrî de para ku didan astengdaran yek û nîv bû. Yanî ji sedî 12’yê civakê astengdar in lê di budçeyê de yek û nîv par ji bo wan tê veqetandin. Ev tê çi maneyê; dibêjin ‘em we nas nakin, em heq û hiqûqa we nas nakin, em xizmeta ji bo hêsankirina jiyana we nakin. Hûn jî wekî kurdan bindest in’.”     ‘DE MPARTIYÊ JI BO ASTENGDARAN MANÎFESTO NIVÎSAND’    Bakirhan anî ziman ku DEM Partiyê ji bo astengdaran manîfesto nivîsandiye û got: “Ev yek li Tirkiyeyê cara ewilî partiya me nivîsand, ev mînak e. Me pirsgirêk û mafên welatiyên me yên astengdar ji xwe re kiriye derd. Hevşaredarên me di beyannameyên xwe de ji bo xizmetkirina astengdaran soz dabûn. Gotibûn em ê ji bo astengdaran daîreyê vekin. Binêrin Şaredariya Amedê ji bo astengdaran serokatiya daîreyê ava kir. Em ê het adawiya salê li şaredariyên Wan û Mêrd3in3e jî ji bo astengdaran û extiyaran serokatiyên daîreyan ava bikin.”    Piştî axaftina Bakirhan bi beşdariya axiver akademîsyen Firat Keser, Hevşaredara Wêranşarê Bedriye Yorgun, Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a DEM Partiyê Hatîce Betul Çelebî di panele de li ser maf û jiyana astengdaran axaftin hatin kirin.