Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin 2024-10-12 16:45:26 ŞIRNEX - Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê bang li gelê Botanê kir ku tev li mitînga “azadiyê” ya li Amedê bibin.  Sibê wê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşmeya "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em li Amedê ji bo azadiyê li hev dicivin" bê lidarxistin. Mitîng di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” dê bê lidarxistin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê xwestin.  Xebatên ku bi rojan e li seranserî bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê didomin ber bi dawî ve diçin.    ‘EM LI BENDA GELÊ XWE NE’    Yek ji herêmên ku ev xebata ji bo beşdariya mitîngê tax bi tax û kolan bi kolan didomîne jî Botan e. Di çarçoveya xebatên mitîngê de li navçeya Silopiya ya Şirnexê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li avahiya xwe daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê DEM Partiya Şirnexê Abdullah Gungen ve hat dayîn. Gungen îşaret bi wate û giringiya mitînge kir û ev bang li gelê Botanê kir: “Em li benda hemû gelê xwe yên hestiyar in ku tev li mitînga ji bo azadiya fîzîkî ya birêz Abdullah Ocalan bibin da ku azadiya wî bê mîsogerkirin. Em ji bo mitîngê re amade ne û li benda gelê xwe ne.”