Piştî mitîngê meş hate lidarxistin: Bê Serok jiyan nabe 2024-10-13 17:26:15   AMED - Girseyê piştî mitînga “Azadiyê” ya li Amedê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” meş li dar xist. Di êrişa polîsan a pêk hat de destê endama OHD’ê Ozum Vûrgûnê şikest.     Ji bo daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li ber Plazaya AZC ya li semta Ofîsê ya navçeya Bajarênû ya Amedê mîtîngek hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê piştî mitîngê meş li dar xistin. Dayikên ku li Cadeya Gevranê meşiyan her tim dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Dayikan meş bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî kir.    Girseya ku piştî mitîngê ber bi Rawestgeha Kasaplaran ve meşiya dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Welatiyan jî bi çepik û îşaretên serkeftinê piştgirî dan meşê. Polîsên ku êrişê meşê kirin li ciwanekê dan.    ÊRIŞÎ NÛÇEGIHANA ME KIRIN     Dema bertek nîşanî derbkirina ciwan hate dayîn, polîsan xwest du kesan binçav bikin. Ciwanek hate binçavkirin, yek jî ji aliyê welatiyên derdorê ve ji destê polîsan hate wergirtin. Di vê navberê de polîsan êrişî dayika Nobeta Edaletê Aklîme Hanasê û nûçegihana me Ceylan Şahînlî ya nûçe dişopand kirin û ew derb kirin.     DESTÊ PARÊZER VÛRGÛNÊ ŞIKANDIN     Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseya ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlû û Zulkuf Ûçar û serokê Baroya Amedê yê niha Nahît Eren û endamên baroyê û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê di nav de bûn kirin. Polîsan pişt re bi gotina “Ez qaneh bûm ku hûn bi fermanê li vir kom bûne” êriş parastin.    Di êrişê de destê rêvebera Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûnê şikest, gelek parêzer jî bi awayekî sivik birîndar bûn.  Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya bertek nîşanî êrişê da wiha got: “Em ê ji bo azadiyê li dijî tecrîdê bimeşin û li dijî vê yekê dengê xwe derxînin.”