Hîzbûllahê êrişî Îsraîlê kir: Herî kêm 67 leşker birîndar bûn 2024-10-13 22:56:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Hîzbûlahê bi ÎHA’yan êrişî Îsraîlê kir. Hate diyarkirin ku di êrişê de leşkerên ku bi giranî birîndar bûne jî di nav de herî kêm 67 leşker birîndar bûne.    Hîzbûlaê bi balafirên bêmirov (ÎHA) êrişî Îsraîlê kir. Li gorî nûçeya Haaretzê  ÎHA’yeke bi tîpa kamîkaze ku teqemenî barkirî li herê Binyamina ya nêzî bajarê Kayserya ya bajarê Hayfa ketiye. Hate ragihandin ku pergalên parastinê balafir tespît nekiriye û alarmên êrişî lênexistine.    HEJMAR HER KU DIÇE ZÊDE DIBE     Stêra Davût a Sor a servîsa alîkariya lezgîn a Îsraîlê di daxuyaniya xwe ya ewil de ragihand ku tîmên wan ên tenduristiyê 4 jê krîtîk, 12 jê giran bi komî mudaxileyî 39 birîndaran kiriye. Piştî vê daxuyaniyê demekî kurt hate ragihandin ku hejmara birîndaran derketiye 67’an. Di medyaya civakî de dîmenên ku gelek ambûlans û helîkopter sewqî herêmê tên kirin hatin parvekirin.    HÎZBÛLAHÊ DAXUYANÎ DA    Hîzbûlahê ragihand ku bi ÎHA’yan êriş li dar xistine û di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku armanca wan Wargeha Tûgaya Golanî bûye.