Teorîsyena hunerê Bakçay: Herêmîbûn li dijî neolîberalîzmê derfetê berxwedanê dide 2024-10-14 09:00:40   STENBOL - Teorîsyena hunerê û kuratora serbixwe Ezgî Bakçay bi lêv kir ku herêmîbûn li dijî polîtîkayên neolîberal derfetê berxwedanê dide û anî ziman ku bihêzbûn têkiliya bi herêmê re hatiye danîn pêkan e.   Teorîsyena hunerê û kuratora serbixwe Ezgî Bakçay a piştevana Înîsiyatîfa Hunerê ya Ji Bo Azadiyê ye ku di 18’ê tîrmehê de li Amedê damezrandina xwe ragihand,  destnîşan kir ku li ser taktîkên ku dê li Tirkiyeyê xefika sansurê çawa bê şikandin dixebite. Bakçay, anî ziman ku di çand û hunerê de herêmîbûn girîng e û got: “Di xebatên çand û hunerê de feraseteke navendîparêz serdest e. Huner li muze, salonên mezin ên pêşangehan an jî li cihên nîşandana fîlmên mezin tê kirin. Li dijî vê navendîparêziyê, herêmîbûna hunerê girîng e.   Ezgî Bakçay   LI DIJÎ NEOLÎBERALÎZMÊ HERÊMÎ BÛN   Bakçay bi lêv kir ku herêmîbûn li dijî polîtîkayên neolîberal derfeteke berxwedanê dide û wiha domand: “Bi min wisa tê ku, heke çand herêmî bibe, em dikarin derfetên berxwedanê yên di rejîma reqabetê, kedê de û heta sûdwergirtina hestan, xwesansûra ku polîtîkayên neolîberal hewl didin saz bikin, ji torên hevgirtinê, têkiliyên cîrantî û girêdana hemwelatîbûnê ya ku me li herêmê damezrandiye, rakin.”   ‘HUNER Û AZADÎ XIZMÊN HEV IN’    Bakçay, diyar kir ku têkiliya hunerê rast e rast bi azadiyê re heye û ev tişt gotin: “Azadî bi rastî jî mijareke ku rasterast bi hunerê ve têkildar e. Azadî ji aliyê etîmolojîk ve bi gotinên Hindo-Ewropayî yên ‘free û friend’ re têkildar e. An ku azadî ew e ku mirov di nav hevalên xwe de be. Ji ber wê yekê ew e ku di perwerdeyê de be. Azadî bi tenê li derve, li wî cihê pirrengîniyê ku em ji derveyî xwe diçin û rastî yên din tên. Ji ber vê yekê pratîka hunerê jî heman tiştî dike. Huner jî şêweyeke çalakiyê ye û huner çalakiyeke azadiyê ye ku li ya nû ya din jî digere. Ji ber vê yekê huner û azadî xizmên hev in. Li cihê ku em vê ji bîr dikin, dibe ku em xwe di xefikê de hîs bikin.”