Siyasetmedarên baskî piştgiriya kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî' kirin 2024-10-14 11:59:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê baskî têkildarî pêngava 'Azadiya Abdullah Ocalan' peyam parvekirin û gotin: "Ew qasidê aştiyê ye. Em heta dawiyê bi Abdullah Ocalan û têkoşîna wî re ne."   Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' di asta navneteweyî de dewam dike. Daxuyaniyên piştevaniya bi pêngavê re ji gelek welatan tên. Parlamenterên Partiya Çep a Serxwebûnê Eh Bildu ku yek ji partiyên girîng ên siyasî yên welatê Baskê ye, bi dîmen tevlî pêngava navneteweyî bûn.   Parlamenterê EH Bildu Igor Zulaika bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku demeke dirêj e nikare malbat û parêzerên xwe bibîne û got: "Ev rewş li dijî mafên mirovan e. Dixwazim ji vê derê peyama xwe ya piştevaniyê ji wî re ragihînim, ji ber ku ew qasidekî aştiyê ye. Weke partiyeke polîtîk em dixwazin ragihînin ku bi Ocalan û têkoşîna wî re ne. Û ew bi tenê nîne. Em piştgiriya wî dikin."   Zulaika destnîşan kir ku divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tavilê azad bibe û got, "Azadiya Abdullah Ocalan wê çareseriyê ji pirsgirêka kurd re bîne. Ji ber têkoşîna we gelekî spasiya we dikim. Piştevaniya me wê dewam bike. Di serî de Abdullah Ocalan divê girtiyên siyasî hemû azad bibin. Em dibêjin, Azadî ji Ocalan re."   TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE   Yek ji aktorên girîng ên siyasî yên El Bildu parlamenter Oihana Etxebarrieta Legrand jî li ser medya dîjîtal peyamek weşand û got, "Weke EH Bildu em careke din dixwazin ku Abdullah Ocalan azad bibe. Li gel gelê kurd em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Em bi we re ne. Azadî ji Ocalan re."   SENATOR DIAZ: JI BO ÇARESERIYÊ DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE   Senatorê Baskî Gorka Elejabarrieta Diaz ê li Senatoya Spanyayê jî peyamek weşand. Gorka Diaz ku ji Partiya Bildu ye weke berdevkê partiya xwe li senatoyê pêşnûme pirsek pêşkêşî komîteya têkiliyên derve kir û ji hikumeta Spanyayê xwest, ku li hemberî vê girtîhiştina neheq helwestê nîşan bide.   Senator Diaz destnîşan kir ku mafên qanûnî yên Abdullah Ocalan bi rengekî cidî têne binpêkirin û got: "Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê hikum da ku darizandin ne bêalî bû. Ji ber van hemûyan weke EH Bildu em careke din radigihînin ku bi Abdullah Ocalan û gelê kurd re ne. Hem ji ber sedemên mirovî hem jî ji ber tevkariya li çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd em dixwazin Abdullah Ocalan bê berdan."   Senator Diaz peyama xwe bi dirûşma "Azadî ji Ocalan re û Bijî Kurdistan" bi dawî kir.