Temellî: Heke pêvajo dest pê bike wa Îmrali li wir e 2024-10-14 12:44:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li Meclisê bi nûçegihanên parlamentoyê re civiya û got: “Îmrali muxatab e. Heke pêvajoyek dest pê bike wa Îmrali li wir e. Muxatabê duyemîn jî Meclis e. Em partiya Meclisê ne.”    Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û Gulistan Kiliç Koçyîgît li Meclisê bi nûçegihanên parlamentoyê re civiyan û pirsên rojnamevanan bersivandin.    Ji serokwekîlan pirsên der barê Destûra Bingehîn a Nû de hatin kirin. Temellî bersiva pirsan da û got: “Meclis cihê ku pirsgirêkan çareser bike ye. Yek ji mesela bingehîn a Tirkiyeyê Destûar Bingehîn e. Divê Meclis nîqaşan bike û wezîfeya ji bo Destûra Bingehîn a Nû pêk bîne. Daraz li Tirkiyeyê xitimî ye. Doza Kobanê û Doza Gezî mînakên vê yekê ne. Biryarên ku edaletê têk birine li Tirkiyeyê hene. Ez li vir bang li Serokê Meclisê dikim; Deriyê Meclisê ji civakê re vekin, gotinên wan bi nirx in, em ji bo wan li vir in.    'DIVÊ EM JI DESTÛRA BINGEHÎN A 12’Ê ÎLONÊ RIZGAR BIBIN’    Mixabin em ne di wê fikrê de ne ku nîqaşên li ser destûra bingehîn ji cihekî rast dets pê kirine. Li şûna ku çar xalên destûrê bigirin dest divê em li serê biaxivin ku em dikarin çawa dest bi destûrek bingehîn a nû bikin. Ev nîqaş rê li ber destûra bingehîn digirin. Her kes li ser destûrek bingehîn a sivîl nîqaşan dimeşîne. Divê em ji destûra bingehîn a 12’ê Îlonê rizgar bibin.”    Koçyîgît jî pirsa li ser Destûra Bingehîn bersivand û got: “Partiya ku herî di bin bandora Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê de maye, partiya me ye. Hewceyî bi nîqaşek rêbazê heye. Tûrên ewil ên destûra bingehîn a nû hatin kirin, niyet li holê raxistin. Em niha dibînin ku ji bo destûra bingehîn neyê kirin, hin tişt tên kirin.”    TEMELLÎ: HEKE PÊVAJOYEK DEST PÊ BIKE WA ÎMRALI LI WIR E   Pirsa, “Îdiaya ku di navbera Îmrali û Qendîlê de trafîka telefonan heye, gelo hûn li kîjan asta vê pêvajoyê ne?” ji Serweokîlan hat kirin. Temellî wiha bersiva pirsê da: “Gelo tu hevdîtinekê dest pê kiriye yan na, der heqê vê yekê de tu agahî li gel me nîn in. Îmrali muxatab e. Heke pêvajoyek dest pê bike wa Îmrali li wir e. Muxatabê duyemîn jî Meclis e. Em partiyek Meclisê ne. Em li ser vê xetê û ser vê berpirsiyariyê hereket dikin. Heke muzakereyek jî dest pê bike, em wek DEM Partiyê ji berpirsiyariyê û muxatabiyê re amade ne.”    ‘DEM PARTÎ LI DIJÎ REJÎMA OTORÎTER E’    Pirsa, "Li ser nîqaşên destûra bingehîn a nû yên ji bo careke din Erdogan were hilbijartin, şîrove tên kirin. Hûn li ser hilbijartina careke din a Erdogan çawa difikirin?" hat kirin. Koçyîgît bersiva pirsê da û got: "DEM Partî ti carî destûrê nade ku rejîmek otorîter were xurtkirin. Helwesta me pir zelal e. Me ti carî li gorî berjewendiyên partiya xwe siyaset nekiriye. Em ji bo demokrasiyê helwestê digirin. Ev ne munaqeşeya ku Erdogan biçe yan neçe. Divê ku mijar neyê asta vê nîqaşê.”    Temellî bersiva heman pirsê da û wiha got: "Eger bibêjin ku karê me yê ewilî destûrek bingehîn a sivîl e û paşê li ser şexsan nîqaş bikin, wê bi xwe re bikevin nava nakokiyan. Selahattîn Demîrtaş 8 sal in girtî ye. Derket holê ku ev doz komplo ye. Gelo li welatekî ku Demîrtaş girtî be hûn dikarin destûrek bingehîn a wisa li gorî xwe çêkin?”