Li Artvînê piştî baranê rêyên gundan hatin girtin 2024-10-14 12:45:12   ARTVÎN - Li Artvînê ji ber barîna zêde rêyên gundan hatin girtin. Rêyên gundên navçeya Arhaviyê hatin girtin û ji ber lehî û hezazê welatî hatin hişyarkirin.    Ji serê sibehê ve li Artvînê baraneke zêde dibare û bandoreke neyînî li ser jiyana gel dike. Piştî barîna zêde, rêyên gelek gundên navçeya Arhaviyê hatin girtin.    Ji ber barîna zêde, li devera Çîfte Kopruyê, rêgehên Ulaş Yolgeçenê û gundê Gurgencîkê hezaz çêbûn û lehî rabûn. Koman li gundên navborî dest bi xebatan kirin. Rayedaran, ji ber şert û mercên nebaş ên hewayî welatî di mijara hezaz û lehiyan de hişyar kirin.