Polîsan êrişî karkerên Fernasê kirin 2024-10-14 13:25:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan êrişî karkerên Fernasê yên dixwestin ber bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve bimeşin kirin.    Karkerên li navçeya Soma ya Manîsayê di Şîrketa Madenvaniyê ya Fernasê de dixebitîn ku şîrketa Parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye, bi hinceta endamtiya wan a Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) ji kar hatin derxistin. Karkeran jî li dijî vê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku daxwazên wan nehatin cîbicîkirin, di 25’ê îlonê de ji Somayê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. Karker, di 2’yê cotmehê de gihiştin Enqereyê lê hatin astengkirin. Li ser vê yekê parlamenterên muxalefetê ji bo karker dengê xwe bidin bihîstin, bi otobûsan birin Meclisê.    Karkerên li Meclisê daxwazên xwe bi parlamenterên AKP’ê re parve kirin lê encamek bi dest nexistin, li Parka Kurtuluşê dest bi çalakiyê kirin. Karkerên Fernasê gotin “Em muxatab, bersiv û çareseriyê dixwazin” û xwestin îro ber bi Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ve bimeşin. Polîsan mudaxileyî meşê kirin. Di êrişê de hinek karker ser hişê xwe çûn.    Berxwedana karkeran berdewam dike.