Rojnameger Andan û 14 binçavkiriyên din hatin berdan 2024-10-14 15:17:34   AMED - Rojnameger Serhildan Andan jî di nav de 15 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.    Di 11’ê cotmehê de polîsan li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de endamê Lijneya Rêveber a Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serhildan Andan jî di nav de 15 kes hatin binçavkirin. Hat zanîn ku Andan û kesên din di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku li ser îxbara “Dê têkildarî mitînga 13’ê cotmehê çalakiyan li dar bixin” dabû destpêkirin de hatine binçavkirin. Her 15 kesên binçavkirî piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê hatin berdan.    BINÇAVKIRIYÊN LI ÊLIHÊ HATIN BERDAN    Di 10’ê cotmehê de jî li Êlihê bi ser malan de hatibû girtin û 2 jê zarok bi giştî 3 kes hatibûn binçavkirin. Binçavkirî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin û piştî îfadeya li emniyetê sewqî Edliyeya Êlihê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê, bi daxwaza berdana bi şertê kontrola edlî sewqî Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Nobeder hatin kirin. Dadgeriyê jî bi heman şertê biryara berdanê da.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku 2 jê zarok 3 binçavkirî di dema binçavkirinê de hatibûn derbkirin.    Hat zanîn ku karûbarên îfadegirtinê yên 6 kesên duh piştî mitîngê li Amedê hatibûn binçavkirin, li emniyetê berdewam in.