Çalakiya greva birçîbûnê ya karkerên Fernasê di roja 2’yemîn de ye 2024-10-15 11:57:35 ENQERE - Karkerên Fernasê yên li Parak Kurtuluşê çalakiya greva birçîbûnê dabûn destpêkirin, di roja 2’yemîn de didome.    Karkerên madenê yên li şîrketa Fernasê ku xwediyê wê Parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye dixebitîn, ji ber endamên Sendîkaya Karkerên Madenê ya Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) bûn ji kar hatin derxistin. Karker ev 13 roj in li Parka Kurutluş a li Çankaya Enqereyê çalakiya xwe didomînin.    Karkeran daxwaz kir ku bi Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Tabîî re hevdîtin bikin lê daxwaza wan hat astengkirin. Karkeran li ser vê yekê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalkiya greva birçîbûnê di roja 2’yemîn de didome.