Şahiya Pirtûkan a Kiraathaneyê dest pê dike 2024-10-15 14:23:21 NAVENDA NÛÇEYAN - Şahiya Pirtûkan a Kiraathane dest pê dike. Di çarçoveya şahiyê de du bernameyên kurdî jî hene. Nivîskar Çayan Okuducî mijara "Di 100 saliya Komara Tirkiyeyê de vegera malê" wê binirxîne.   Kiraathane İstanbul Edebiyat Evi, Şahiya Pirtûkan a Kiraathane li dar dixe. Di şeş saliya xwe de bi gelek bernameyan şahî di 18’ê cotmehê de li Stenbolê dest pê dike û heya 26’ê cotmehê wê berdewam bike. Di nava bernameyan de du bernameyên kurdî jî hene. Di 20’ê cotmehê de bi serenavê "Di 100 saliya Komara Tirkiyeyê de vegera malê" bi moderatoriya rojnamevan Ferhat Yaşar û bi beşdariya nivîskar Çayan Okuducî wê bernameyek bê lidarxistin.    Der barê bernameya ku ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hatiye amadikirin de ev agahî hatin parvekirin: "Komara Tirkiye sed sal li pişt xwe hişt. Di sedsaliya Komarê de gelo bersiva Wêjeya Kurdî çi bû? Di vegera malê de zehmetiyên ku derketine û dertên çi ne û di kîjan astê de ne? Bersiva sîstemê bi çi rengî û nêzikatî xwe daye der? Rewş û halê Wêjeya Kurdî di sîstema Tirkiyeyê de çi ye û bi çi awayî serî bilind kiriye? Û xebatên ku tên kirin li hemberî wî astengiyên dijwar bi çi rengî xwe diyar kirine? Vê sedsalê bênavber, bi her alî ve û qad bi qad li hemberî zimanê kurdî polîtîkayên gefxwarin, binpêkirin, ji orte-rakirin tê meşandin. Li hemberî erîşa li ser ziman di qada dijitalê de ziman xwe çawa diparêze û bi îmkanên berfireh hatiye kîjan astê. Halê hazir nivîskar û xwînerên vî zimanî dibin tehdîdeke giran de li ber xwe didin. Nivîskarên ku bi zimanên biyanî dinivîsin û piştre vegeriyane malên xwe li hemberî wêje û xwînerên wan bandorek çawa kirine?"     Li ser van babetan pirtûka Çayan Okuducî ya dawî a bi navê "Bêxweda" bi moderatoriya Ferhat Yaşar ew ê bê nirxandin.         Bernameya din a kurdî jî di 23’yê cotmehê de wê bi sernavê "Çend Nimûneyê Edebiyatê Modernî yê Kirmanckî" bê lidarxistin.   Bername li Kiraathane İstanbul Edebiyat Evi têne lidarxistin.