Dozger xwest ku cezayê giran li faîlê Fatma Ogûr bê birîn 2024-10-15 15:13:37   WAN - Der barê Şukru Koçak ê ku hevjîna xwe Fatma Ogûr li navçeya Artemêtê kuştibû de, cezayê muebeda girankirî hat xwestin.    Li navçeya Artemêtê ya Wanê 27’ê gulana 2023’yan Şukru Koçak hevjîna xwe Fatma Ogûr kuştibû. Danişîna çaremîn a doza der barê Şukru Koçak de hatiye vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat lidarxistin. Zarokên Fatma Ogûr, şahidên bûyerê, rêveberên Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê, Komeleya Jinan a STAR’ê û gelek kes beşdarî danişînê bûn.    Bersûc Şukru Koçak ji girtîgeha lê girtî ye bi rêya Pergal Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hat kirin. Piştî guhdariya li şahidên bûyerê bersûc axivî û xwest têkildarî bûyerê li du kesan bê guhdarîkirin.   Dadgehê daxwazê red kir. Dozger xwest ji sûcê, “kuştina bi hîsa hovane” ceza li bersûc bê birîn.    Koçak îdia kir ku dema wî bûyer pêk aniye “dîn” bûye.    Zarokên Fatmayê xwestin cezayê herî giran li bersûc bê birîn.    Dadgehê biryara berdewamiya girtina bersûc da û danişînê taloqî 7’ê mijdarê kir.