Li Merîwanê îşkence li kolberan kirin 2024-10-15 15:48:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Hate diyarkirin ku li Merîwanê îşkence li 5 kolberan hatiye kirin û rewşa yekî giran e.    Hêzên rejîma Îranê di 13’ê cotmehê de li bajarê Merîwanê 5 kolber binçavkirin û îşkence li wan kirin. Hate diyarkirin ku rewşa yek ji kolberan giran e. Hate ragihandin ku kolber birine nexweşxaneya li Merîwanê.