Cenazeyê Rojîn Kabaîşê hate dîtin 2024-10-15 16:18:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a winda hate dîtin.    Cenazeyê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş a li Wanê winda bû hate dîtin. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya têkildarî mijarê ev tişt got: “Mixabin cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê ku 18 roj in winda bû û di 27’ê îlona 2024’an de ji wargeha KYK’ê derketibû ji aliyê tîmên me ve li perava Gola Wanê ya li Gundê Mela Kasim hate dîtin.”