Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibê dest pê dike 2024-10-15 16:33:22 ÊLIH - Fûara Pirtûkên Kurdî ya li Êlihê sibe dest pê dike. Hevserokê ARÎ-DER’ê Mazlum Tenha têkildarî mijarê wiha got: “Dê bi fûarê re berhemên kurdî bigihijin ber destê xwîneran.”    Şaredariya Êlihê, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê (ARÎ-DER) û Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) dê sibe li Êlihê Fûara Pirtûkên Kurdî li dar bixin. Fûar dê di navbera 16-20’ê cotmehê de li Parka Yilmaz Guney bê lidarxistin. Di çarçoveya fûarê de dê rojên îmzeyê, danasîna pirtûkan û gotûbêj bên lidarxistin. Di serî de Weşanxaneya Aramê, gelek weşand dê di fûarê de cih bigirin.    Hevserokê ARÎ DER’ê Mazlum Tenha diyar kir ku mebesta ji fûarê pêşxistina weşanên kurdî û gihandina wan a gel e.    Mazlum Tenha   PÊŞNIYAR, REXNE, XWEREXNEKIRIN   Tenha, da zanîn ku ji bo pêşketina zimanê kurdî fûarên bi vî rengî girîng in û wiha got: “Çalakiyên bi vî rengî ji bo pêşxistina çand, ziman û hunera kurdî girîng in. Bi taybet jî weşanxaneyên ku pirtûkên bi kurdî çap dikin rastî astengiyan tên. Nahêlin ku pirtûkên wan bigihijin gel. Bi vê fûarê re dê berhemên kurd bigihijin ber destê gel. Xwîner û nivîskar dê bên ba hev û nîqaşên wêjeyî bikin. Dê pêşniyar, rexne û xwerexnekirin hebe.”    ‘EM LI BENDA TEVLIBÛNEKE XURT IN’   Tenha, bal kişand ser zextên di demên dawî de li ser kurdî tên kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Bila her kes bizane ku kesên ji bo ziman û çanda kurdî têdikoşin dê di tu şert û mercan de paşvegavê neavêjin. Em bi pratîkên xwe li dijî vê zîhniyetê derdikevin. Ev fûar jî bi vê boneyê gelek girîng e. Li Êlihê xelk bi kurdî diaxive û girîngiyê pê didin. Di vê çarçoveyê de em ê bi wan re bên gel hev. Em li benda tevlibûneke xurt in. Em li vir bang dikin; werin di fûarê de cihê xwe bigirin. Fûar dê sibe saet di 15.00’ê de dest pê bike.”