Cenazeyê Rojîn Kabaîş hate definkirin 2024-10-16 09:34:12   AMED - Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku 18 roj piştî windabûnê hatibû dîtin, hate definkirin.    Xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê Rojîn Kabaîş di 27’ê îlonê de winda bû û cenazeyê wê di roja 18’emîn de li gundê Molla Kasim li rex qeraxê Gola Wanê hate dîtin. Otopsiya cenazeyê li Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Wanê hate kirin û piştre jî anîn Amedê. Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û endamên DEM Partiyê jî bi cenazeyê re hatin.    Cenazeyê Kabaîş anîn Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê û wecîbeyên olî hatin cîcibîkirin. Piştre jî hevşaredarên jin ên DEM Partiyî, aktîvîstên TJA’yê, endamên DBP’ê û bi sedan kesan darbesta Kabaîş hilgirtin û birin goristanê.    JINAN DARBEST HILGIRTIN   Jinan cenaze ji wesayîtê hilgirtin û heta goristanê birin. Cenazeyê Kabaîş, di nava girî û zemaran de hate definkirin. Li ser gora Kabaîş dua hatin kirin. Malbatê li goristanê taziye qebûl kir û piştre jî derbasî Mala Şînê ya Abdurrahman Enç bû.