Li Amed û Meletiyê gelek kes hatin binçavkirin 2024-10-16 10:39:09   AMED/MELETΠ - Li Amedê di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Arende ya Meletiyê jî Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Suleyman Bozkûrt hate binçavkirin.    Li Amedê di serdegirtinên malan de 15 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinên malan de tişt hatin belavkirin. Hate diyarkirin ku ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.    Di serdegirtina malan a li gundê Qalik ê navçeya Arende ya Meletiyê de jî Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Suleyman Bozkûrt (76) hate binçavkirin. Bozkûrt ê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Arendeyê ve hate destpêkirin de hate binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Arendeyê. Têkildarî sedema binçavkirinê malbat nehate agahdarkirin.