Tê payîn binçavkiriyên li Silopiya sewqî edliyeyê bên kirin 2024-10-16 10:57:28   ŞIRNEX - 3 jê rojnamevan 21 kesên di çalakiya Dayikên Aştiyê ya têkildarî xwesteka aştiyê de li Silopiyayê hatin binçavkirin, karûbarên wan ê binçavkirinê ya li qereqolê bi dawî bû. Kesek jî ji ber di êrişê de parsûyên wî şikestine tedawiya wî didome.    Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza “Ji şer re na, a niha aştî” li bajarokê Tilqebînê ya ser bi navçeya Silopiya Şirnexê li hev civiyan û dest bi çalakiya nobetê kirin. Leşker û polîsan êrişî çalakiya Dayikên Aştiyê kirin 3 jê rojnamevan 22 kes kirin binçavan.    22 KES DI BINÇAVAN DE NE    Navê kesên hatine binçavkirin ev in: Endama Meclisa Partiyê ya DBP’ê Gogercîn Aras, Hevseroka DEM Partiya Mêrdînê Necla Acibucak, Hevserokê DEM Partiya Cizîrê Yilmaz Sanri, Hevşaredarê Cizîrê Abdurrahim Durmuş, Perîhan Nayir, Nurten Sancar, Baran Bakin, Serdar Kayaalp, Abdulvahap Admiş, Abdulazîz Baysak, Îbrahîm Kaylan, Nurî Salgucak, Sadûn Aklant, Muryeme Turan, Davut Kalkan, Dahila Admiş, Aynur Ayas, Mehmet Akman.”   Her wiha nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Zeynep Durgut û Mahmut Altintaş, nûçegihana JinNewsê Derya Ren jî ku çalakiyê dişopandin bi lêdanê hatin binçavkirin.    Hevserokê Rêxistina DEM Partiya Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê bi lêdanê hatibû binçavkirin jî parsûyên wî şikestine û li nexweşxneyê tê tedawîkirin.    TÊ PAYÎN SEWQÎ EDLIYEYÊ BÊN KIRIN    Hat zanîn ku 22 kes bi îdiaya “Muxalefeta li dijî qanûna civîn û meşên xwepêşandanê kirin e” hatine binçavkirin û karûbarên wan ên di binçavan de temam bûn e. Binçavkirî li Qereqola Leşkeriyê ya Tilqebînê tên ragirtin. Tê payîn ku binçavkiriyan îro sewqî edliyeyê bikin.