Jin ji bo Kabaîşê bêdeng meşiyan: Em ê kujerên wê bibînin 2024-10-16 16:15:42 AMED - Jinan bi lidarxistina meşa bêdeng serdana şîna Rojîn Kabaîşê kirin. Jinan soz dan ku heta faîl bên dîtin, wê têkoşîna wan bidome.    Jinan serdana şîna xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş a cenazeyê wê 18 roj piştî windabûna wê hate dîtin kirin. Jinên ku beriya serdana şîna li Mala Şînê ya Abdûrrahman Enç hatiye danîn bikin li Parka Goletliyê hatin bahev, ji vir dest bi meşê kirin. Rêxistinên jinan, hevşaredar, Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, siyasetmedar Gultan Kişanak û gelek jin tev li meşê bûn. Jinan pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in û îdeolojîk in” hilgirtin. Jinên ku meşa bêdeng li dar xistin, wêneyên Rojîn Kabaîşê jî bi singê xwe ve kirin.    ‘YEKANE ÇARE TÊKOŞÎN E’    Endama Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat a piştî meşê li ber deriyê meşê axivî, wiha got: “Îro em di kesayeta Rojînê de ji bo jinên hatine qetilkirin, windakirin û bi awayekî guman tên dîtin li vir in. Hemû mafên me yên me bi dest xistin bi feraseta ‘reform’ û ‘nûbûnê’ ji destê me tê wergirtin. Em dizanin ku polîtîkayên necezakirinê, darizandinê çawa pêşî li tabloyeke reş vekiriye. Li dijî vê yekê ji bilî têkoşînê tu çareyên me nînin. Em soz didin ku em ê têkoşînê bidomînin.”   ‘DÊ HESABA WÊ BIDIN’    Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal a ji malbata Kabaîş re sersaxî xwest, anî ziman ku jin her roj hedef tên nîşandan, tên qetilkirin û wiha domand: “Bi qetilkirin û windakirina jinan re xwe zindî dihêlin. Em ê kujerên Narînê jî Rojînê jî bibînin. Derbarê jiyana me de bi awayekî polîtîk biryarê didin, dema em îtîrazê vê dikin jî qetil dikin, tecrîd dikin û têxin girtîgehan. Îro bi hezaran jin li cem malbata Rojînê ne. Em li vir soz didin. Heta ku ev bûyer were çareserkirin dê têkoşîna me bidome.”