Lîstika ‘Sê Ezozok’ zarokên Şemrexê kêfxweş kir 2024-10-16 16:21:58   MÊRDÎN - Şaredariya Şemrexê di çarçoveya Festîvala Çand û Hunerê ya Jinan de ji bo zarokên navçeyê lîstika şanoyê ya ‘Sê Ezezok” da nîşandan.    Festîfala Çand û Hunerê ya Jinan a bi hevkariya Şaredariya Navçeya Şemrexê û Sanatça Organîzasyon ve tê lidarxistin berdewam dike. Festîval bi çalakiyên cihêreng ên hunerî didome. Di çarçoveya festîvalê de ji bo zarokan lîstika şanoyê ya “Sê Ezozok” li Qada Cumhuriyetê hat pêşandan. Hevşaredara Şemrexê Kudret Uçuk û Hevşaredara Nisêbînê ya berê Sara Kaya jî bi zarokan re temaşeyî şanoyê kirin. Şanoyê zarokan kenand û kêfxweş kir.    Wê festîval îro bi nîşandan û danasîna cil û bergên kurdî û konsera Koma Sorjiyan û stranbêj Ayfer Duzdaş bi dawî bibe.