Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin 2024-10-16 16:33:58 WAN - Komeleya Ekolojiyê ya Wanê hate vekirin. Hevseroka komeleyê Dîlek Akdag, diyar kir ku ew ê bi dirûşma “Bila dareke çandî ya her welatiyekî hebe” her qadê şîn bikin.    Komeleya Ekolojiyê ya Wanê (Wan Eko-Der) li navçeya Rêya Armûşê hate vekirin. Têkildarî mijarê li avahiya komeleyê daxuyanî hate dayin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî tev li bûn. Hevseroka Wan Eko-Derê Dîlek Akdag diyar kir ku armanca wan ew e ku xweza û ekosîstemê vebêjin û di vê mijarê de civakê bêhtir ser bigihînin.    Akdag, wiha domand: “Guherîna avhewayê, tunekirina daristanan, qirêjîkirina avê û hwd. pirsgirêkên kûrewî diafirînin. Em di wê baweriyê de ne ku her kes û her sazî dikare di vê mijarê de sûdewer be. Em ê projeyên perwerdeya Ekolojiya Civakî pêş bixin. Em ê di serî de Wanê, her qadê bi dirûşma ‘Bila dareke çandî ya her welatiyekî hebe’ şîn bikin. Her wiha em ê tev li xebatên ji bo parastina berhemên çandî û xwezayî jî bibin.”    ‘ARMANCA ME EW E KU BIBIN PARÇEYEKE XWEZAYÊ’   Akdag, da zanîn ku weke Komeleya Ekolojiyê ya Wanê armanc dikin ku projeyên cuda yên herêmî û neteweyî bidin destpêkirin û wiha bi dawî kir: “Em ê li dijî tevahiya qirkirinên li Herêma Serhedê têbikoşin. Armanca ne tenê parastina xwezayê ye, em dixwazin bibin parçeyeke xwezayê jî. Her wiha em dixwazin hemû beşên civakî tev li vê têkoşînê bikin. Werin em dest bidin destê hev. Guherînên biçûk dê bi xwe re tiştên mezin biafirîne. Em bi hev re cîhaneke hêşîn, paqij û baştir ava bikin.”