Berxwedana Xelfetiyê: Wê gelê kurd teslîmî qeyûm nebe 2024-11-05 14:11:49 RIHA - Li Xelfetiyê berxwedana gel a dijî qeyûm di roja duyemîn de didome. Parlamenter Mîthat Sancar axivî û got: “Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe.”    Li navçeya Xelfetiyê ya Rihayê gel li dijî tayînkirina qeyûm di roja duyemîn de li ber xwe dide û nerazîbûn nîşan dide. Gel ji saetên serê sibehê ve li ber avahiya şaredariyê kom bûn. Welatî li ber stranan govend gerand. Dayikên Aştiyê jî di berxwedana dijî qeyûm de cih digirin. Dengê dirûşma “Bijî berxwedana Xelfetî” olan dide. Avahiya şaredariyê ji aliyêp olîsan ve hatiye dorpêçkirin.    Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan, Zulkuf Uçar, Ayten Kordu, Ferit Şenyaşar, Mithat Sancar û Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan û hevşaredarên din ên navçeyên Rihayê jî beşdarî çalakiyê bûn.    ‘QEYÛM NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E’   Daxuyanî hat dayîn. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar di daxuyaniyê de axivî û nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Qeyûm dewam dike. Qeyûm tê wateya desteserkirina îradeya gel. Rêbaza bikaranîna qeyûm binpêkirina mafê hiqûqî ye. Hiqûqê binpê kirin e. Bi tayînkirina qeyûman neçareserkirina pirsgirêka kurd kûr û dûr dikin. Ev nayê qebûlkirin. Em dibînin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd çi ye. Dij derketina qeyûm daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd e. DEM Partî ji bo her kesî çareseriya demokratîk dixwaze. Em ji bo demokrasiyê û aştiyê dixebitin û têdikoşin. Aştî sedema hebûna me ye. Gelê kurd teslîmî qeyûm nebû û wê qet jî nebe. Êdî bes e we xwe xapand, gelê kurd wê serê xwe netewîne. Divê em têkoşîna li dijî qeyûm bi awayek hevpar bidin meşandin.”    Piştî daxuyaniyê dirûşm hatin berzkirin. Berxwedana gel a li ber şaredariyê berdewam dike.